Cîhan

DAIŞ çekên Iraqê dibe Suriye

Çekdarên DAÎŞê ku bajarê Mûsilê û çend navçeyên din ên Iraqê kontrol dikin, çek û otombîlên leşkerî yên ku dest danîne ser dibine Sûriyê.

Malperên nêzîkî DAÎŞê li ser Twitterê û Facebookê nivîsandine ku gelek otombîlên leşkerî, Hummer û topxane û çekên din ên giran ji Iraqê birine Sûriyê.

Li gor heman malperan, duh DAÎŞê çend otombîlên leşkerî û topxane birin bajarokê Til Hemîsê yê li başûrê bajarê Qamişlo ku di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ye.

Malperên nêzîkî DAÎŞê wêneyên wan otombîlan belav kirine û di wêneyekê ji de Ebû Omer el-Şîşanî ku yek ji fermandarên DAÎŞê li Sûriyê ye, derdikeve, dema siwarî Hummerekê leşkerî ya artêşa Iraqê dibe, lê cihê wî nehatiye aşkerekirin.

Duh serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî ragihandibû ku çekdarên DAÎŞê li Mûsilê dest danîne ser gelek çekên giran ên artêşa Iraqê, di nav de 2 helîkopter jî hene.

Hîn nediyare bê DAÎŞê ew çek û otombîl çawa derbasî Sûriyê kirine, lê piraniya navçeyên li başûrê rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Iraqê di destê çekdarên DAÎŞê de ne.(Rudaw)


Back to top button