NivîsarRojev

Dagirkirina başûr û hesabên 2023an!

Bi kurt û Kurmancî; dewleta Tirk û PKK şerekî bi şêwr û mişêwr dikin. Êrîşên dewleta Tirk û dagîrkirina beşek ji xaka Başûr û Rojava, parçeyek ji hesabê 2023an, têkçûna Peymana Lozanê û xewna berfirehkirina Mîsakî Mîllî ye.

Nûrî Çelik

Ev çend roj in dewleta Tirk dîsa PKK dike mahne û êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike û gav bi gav nêzîkî Duhokê dibe. Ji ber PKK wek rêxistinek terorîst hatiye pejirandin, dewleta Tirk mafê xwe yê hiqûqa navnetewî bi kar tîne û ji ber vê yekê jî tukes dengê xwe jê re nake. Hebûna PKK a li Başûr û Rojava maf, mefer û fersendê dide dewleta Tirk ku êrîşî Başûr û Rojava bike, xakê dagîr bike, tê de asê bimîne û hetta ji wanderan dernekeve. Armanca “ Mîsakî Mîllî “ û berfirehkirina xaka Osmanî ji xwe hem armanca dewleta Tirk e, hem jî armanca PKK bi xwe ye.

Wek tê zanîn, hukmê Peymana Lozanê di 2023an de xelas dibe. Hukmên ku Kurdistan 100 sal in parçe kiribûn ji holê radibin. Piştî rabûna hukmên Peymana Lozanê, wê li Rojhilata Navîn de û bi taybet jî li ser xaka Kurdistanê peyman û hukmên nû bên sazkirin û hewl tê dan ku Rojhilata Navîn bi nexşeyek nû bê xemilandin ku Kurdistan jî di nav wê nexşeyê de hebe. Helbet ev yek girêdayî yekîtîya Kurdan û girêdayî daxwazên Kurda ye. Heger Kurd hişmend bin û berjewendîyên xwe yên partîtîyê nekin asteng, heger li ser hinek xalên bingehîn tifaqa xwe çêkin û di daxwazên xwe de zelal bin, wê bi alîkarîya hêzên hevpeyman û dewletên wek Amerîka û Fransayê karibin tiştekî bidestxin. Na heger dîsa berjewendîyên xwe yên partîtîyê li pêşîya berjewendçîyên Kurdistanê bikin asteng, wê dewletên mezin jî li gor wê yekê hesabê xwe bikin, wê hêvîyên xwe ji Kurdan û Kurdistanê qut bikin û bidin dû berjewendîyên xwe.

Sedemek ji sedemên herî mezin a êrîşên dewleta Tirk ev yek e, ev tirs e. Ango, tirsa rabûna hukmên Peymana Lozanê û 2023 ye. Dewleta Tirk û hikûmeta wê ji zû de hesabê xwe û amadekarîyên xwe ji bo 2023an dike. Ne tenê ew, PKK jî ji roja roj de ji bo 2023an li Başûr û Rojava hatiye bicîh kirin û xizmeta heman armanc û tirsê dike. Sedema ku PKK paradîgmaya antî “ netew-dewletbûnê “, em “ Kurd dewletê naxwazin“,“ bratî û hevjiyana gelan û demokratîk cûmhûrîyet “ da pêş 2023 û rabûna hukmên Peymana Lozanê ye. Di vir de PKK û dewlet ji bo yek armancê têdikoşin û ew jî ev e ku Kurd nikaribin piştî 2023an bibin xwedîyê statuyek netewî. Sedema ku PKK nahêle PYD û ENKS li hev bên û tifaqek netewî çêkin jî dîsa ev e.

Bêguman, dewletên wek Amerîka û Fransa jî hesabên piştî 2023an dikin û dixwazin Rojhilata Navîn li gor berjewendîyên xwe bineqişînin. Ji ber ku di Rojhilata navîn de tenê Kurdan nêzîkî xwe û wek dostên xwe dibînin, hesabê xwe li ser wan dikin û dixwazin wan nêzîkî hev bikin, tifaqekê di navbera wan de çêkin. Sedema ku Macron Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwend Parîsê jî ev yek e. Amerîka û Fransa dixwazin bi navgînî û qasidîya Nêçîrvan Barzanî tifaqa PYD û ENKS çêkin da ku karibin piştî 2023an statuyekê ji Kurdan re damezrînin û hetta Başûr û Rojava bikin yek. Helbet dewleta Tirk vê yekê dibîne û dizane. Ji ber vê, piştî çûna Nêçîrvan Barzanî giranîya xwe zêdetir da êrîşên ser Başûr da ku berî têkçûna Peymana Lozanê beşek ji xaka Başûr û Rojava dagîr bike û xewna xwe ya Mîsakî Mîllî pêk bîne. Dewleta Tirk bi ser dikeve yan nakeve tiştekî din e. Lê wê xaka ku dagîr kiriye li dijî Amerîka û Fransayê ji xwe re wek “ qoz “ bi kar bîne û hewl bide ji wan re bibe şirîk.

Gelek ji me Hikûmeta Başûr rexne dikin û dibêjin “çima dengê xwe li dijî dewleta Tirk nakin“. Bêguman, heçê ne li şer e şêr e û kes bi xwêya girara kesî nizane. Her çiqasî Hikûmeta Başûr di biryarên navxweyî de serbixwe be jî, di siyaseta derve de girêdayî Hikûmeta Bexdayê ye û mafê wê yê biryardayîna siyaseta derve tuneye. Di biryarên navxweyî de azad e, lê di biryarên derveyî de hêsîrê Bexdayê ye. Ev yek Hikûmeta Kurdistanê kerr û lal û kor dike û dest û lingên wê girê dide. Li dijderketina êrîşên dewleta Tirk mafê Bexdayê ye û Bexda jî li gor yasayên navnetewî vî mafî ji dewleta Tirk re rewa dibîne.

Bi kurt û Kurmancî; dewleta Tirk û PKK şerekî bi şêwr û mişêwr dikin. Êrîşên dewleta Tirk û dagîrkirina beşek ji xaka Başûr û Rojava, parçeyek ji hesabê 2023an, têkçûna Peymana Lozanê û xewna berfirehkirina Mîsakî Mîllî ye. Heger Amerîka û Fransa rê li ber dek û dolabên PKK negrin û PYD û ENKS li hev neynin, ne li Rojava statuyek netewî çêdibe, ne Başûr û Rojava dibin yek, û ne jî di nexşeya piştî 2023an de cihê xwe digrin. Tifaq û yekîtîya Kurdan hem li xêra Kurdan e, hem li xêra dewletên Rojava. Parçebûn û bêtifaqî wê mirina Kurdan û dagîrkirina Kurdistanê bidomîne û wê bibe sedema Lozanên nû.

Back to top button