D.X.B pêdiviyên xwendinê li ser Kurdên Rojava dabeş kir

Bi mebesta hevkarîkirina xwendekaran û berdewamîdana bi pêvajoya xwendinê ya li nav koçberên Rojavayê Kurdistanê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêxistina Şolter Boksê Brîtanî çanta û pêdiviyên xwendinê li ser 370 xwendekarên xwendingeha Amuda li wargeha Erbet de dabeş kirin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya berfirehtirkirina çalakiyên cûr bi cûrên li nav wargeha koçberên Rojava li seranserê Herêma Kurdistanê, li helmetekî perwerdehiyê de bi hevkarî û hemahengiya li gel rêxistina Şolter Boksê Brîtanî çanta û perav û defter û qelem û pêdiviyên qirtasiyeyê li ser 370 xwendekaran dabeşkir ku li xwendingeha Amuda li wargeha Erbet dirêjî bi pêvajoya xwêndinê didin, ji bo vê mebestê jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hewlên zêdetir dide ku kereste û pêdiviyên xwendina xwendekaran li hemû wargehan de bi hevkarî û hemahengiya li gel aliyên peywendîdar û rêxistinên cîhaniyan kêmasiyên warê perwerdeyê li wargeha koçberên Rojava dabîn bike û çareseriya pêwîstiyên wan peyda bike.

Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê dabeşkirina pêdiviyên xwendinê li ser xwendekarên wargeha Erbet ragihand: Li gor wan îmkaniyatên me yên li ber dest me hewldaye hemû wargehên koçberan de bi hevkariya aliyên peywendîdar û rêxistinên alîkarî û komekbexşan, li hemû wargehan de xwendingeh bêne vekirin û li wir jî pêvajoya xwendinê birêvebiçê û xwendekar ji xwendinê veneqetin û pêwîstiyên wan bêne dabîn kirin. Her wiha ragihand: Ev helmet tenê li wargeha Erbet nayê bi cîhkirin, belku hewl didîn pêdiviyên xwendinê ji bo hemû xwendekarên wargehan dabîn bikîn li gor îmkaniyat û wê şiyana ku me heye. Her wiha Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li demên derbasbûyî de bi hemahengî li gel rêxistina UNICEF me xwendingehên demkî li wargeha Behirke li Hewlêr vekiriye.

Nerîna min :