Alîkariya miroviya Rusya gihîşt Hewlêrê

Piştî ku koçberên Kurdên Rojava û Suriyê hatine Başurê Kurdistanê eve yekemîn care welateke biyanî alîkarî dişîne ku ew jî Balafira Hikûmeta Rusyaya Federale ku yarmetiya mirovî gihande koçberên Kurdên Rojava û Suriyên li Herêma Kurdistanê. 

Îro bi amadebûna Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Kurdistanê û Newzad Hadî Parêzgerê(Wali) Hewlêrê û Valerî Pospîlov Konsolê Giştî yê Rusya li Herêma Kurdistanê, rêwresmek ji bo gihîştina yekemîn yarmetiya Hikumeta Rusyaya Federal ji bo koçberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyiyan birêveçû.

Li rêwresmê da ku tîma hatina hawarê ya artêşa Rusya amade bûn, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo li gotarek de ji bo van yarmetiyan spasiya Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Hikumeta Rusyaya Federal kir û nîşan da Rusya yekemîn dewlete ku bi awayeke fermî yarmetiyê ji bo koçberên Suriye dişîne û got: Gelek spasiya Hikumeta Rusyaya Federal dikîn ku wekî yekem welat hevkarî û alikariya mirovî ji bo koçberên Suriye li Herêma Kurdistanê aniye û destxweşiyê li vê hengava wan dikin.

Nêrînek

  1. Taban her Kurdekî welatparêz ji dil da dêxwaze me ji bo gele meyê rojavayê Kurdistan'ê ra alîkarê ware kirin. Nizanim bi sêd hezaran gele meyê ji rojavayê Kurdistan'ê ji bo ew serê da kocberî derwan bûne. Daxwaziyêka min ûsa jî jê gele meyê her car parcêyê Kurdistan'ê da heye, derek em hamû di rojê ûsa tarîn da lê hewdû xûdî derkevênî û alîkarêye jê hewran bikini.\r\nWekî teye zanîn ji bo ew serî da bê sedhezaran gele me kocberê basûre Kurdistan'ê bêbûn. Gele me hewîka mezin dikir me jê serî da hûkûmeta Basûre Kurdistan'ê û gele meyê Basûre Kurdîstan'e lê her deme lê hewdû xûdî derkewe û jê hewra alîkariyê bike.\r\nLê min bibaxsînin nûceyeka ne bas ji Basûre Kurdistan'ê wergirtiyê, di dora 26 hezar gele me kocberî Basûre Kurdistan'ê jê bo alîkariyê bas naye kirin pasta wedigerine Rojavayê Kurdistan'ê. \r\nMe hamû hewîyeka mezin dikir jê serîda hûkûmeta Basûre Kurdistan'ê û gele meyê Basûre Kurdistan'ê jê deste wanda cê ware alîkariyê gele meyê Rojavayê Kurdistan'ê bikin, nizanim cê me ew hezaran gele meyê Rojawayê Kurdistan'ê dixwazin pasta wegerên.

Nerîna min :