Civak

D.X.B. alîkarîkirina Kurdên Rojava de berdewame

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (D.X.B.) li dirêjahiya kar û çalakiyên xwe yê berdewam de li kampa koçberên Rojava li Herêma Kurdistanê, hevkariya 1000 malbatên koçber yên li wargehên Erbet û Basirme de dabeş kir.

Li dirêjahiya xizmetkirina bi koçberên Rojavayê Kurdistanê ku li her dû wargeha Erbet û Basirme hatine nîştecîh kirin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam li rêya nivîsîngehek ve xizmeta koçberan dike. Îro jî bi hevkariya rêxistina (AKTD) li wargeha Erbet helmeta dabeşkirina sûtemenî ku pêkhatibû ji (60 lîtir) li ser 446 malbatên koçberên Rojavayê Kurdistanê de hate dabeşkirin. Her wiha dabeşkirina amûrên agirkuj û sope û xorak li ser 25 malbatên koçber ku nû hatibûn kampê hate dabeşkirin.

Ji aliyekî din ve li dirêjahiya çalakî û hevkarîkirina Kurdên Rojava li wargeha Basirme, piştî veguhestina wan malbatên li wargeha Bêxme nîştecîhbûn anîn wargeha Basirme, û hevkariya li ser 90 malbatan hate dabeşkirin, hevkarî jî pêkhatibû ji xorakê rojane, ji bilî wê jî bi awayeke berdewam moket(halifleks, betanî û doşek li ser 300 malbatan de hate dabeşkirin ji bilî wê birinc û qenîney xaz û çendîn pêdiviyên din li ser wan malbatan hate dabeşkirin.

Back to top button