Sekreterên du partiyên Rojava serdana ciwanan kirin

îro (12.10.2013) di saet 11:00 de sekreterê Giştî yê Partiya Demokrta Kurd li Suriye( El-Partî )  Dr. Hekîm Beşar û Serokê Partîya Yekîtî ya Kurdên Sûrî  Brahîm Biro serdana li Diyarbekirê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê kirin.

Her du sekreteran jî, ji ber xebatên me yên netewî yên li Bakûrê Kurdistanê kêfxweşîya xwe anîn ziman. Dîyar kirin ku piştgirên me ne.

Di serlêdanê de, rêvebirên komeleyê ji her du mêvanan daxwaz kirin ku lez bidin xebatên xwe yên yekîtî ya her çar partîyên Kurdistanî ku di vê pêvajoya dawî de yekîtîya wan di rojevê de ye.

Berpirsên Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi awayek germî pêşwaziya mêvanan kirin û ji bi vê pişgiriyê spasiya wan kirin û herweha daxwaza domandina pêwendiyan û xortkirina parastina nirxên netewî  kirin.

 

Nerîna min :