Mesrur Barzanî plana teqîna Hewlêrê eşkerekir
Li civîneke rojnamevaniyê de Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê encama lêkolînên teqîna Hewlêrê eşkerekir û ragihand sê kesên encamderên teqînê hatine destgîrkirin.
Mesrur Barzanî Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevanî de li havîngeha Selahedîn encama lêkolînên asayîşê ya encamderên teqînê eşkerekir û ragihand “Sê kes ji encamderên teqîna Hewlêrê hatine destgîrkirin wan kesan kirdara terorîstiya Hewlêrê encam dane û hemû Erebin û ser bi rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ne”.
Her wiha got: “Lêkolîn heta niha jî berdewame, tu Kurdek li nav vî karî de tûneye û hevkariya wan jî nekiriye û ew terorîst 150 kîlo TNT li teqînê de bikaraniye”.
Ji aliyê xwe ve Dr Tarîq Nurî Birêveberê Asayîşa Hewlêrê ragihand “Ew kesên hatine destgîrkirin her sê Erebin û rojek piştî ragihandina encama hilbijartinan hatine Hewlêr û otombêla xwe ji parêzgeha Kerkuk kirîne û li parêzgeha Musil bomberêj kirine”.
Her wiha got: “Ewên hatine destgîrkirin yek rêberê grupa terorîstiye û duyem otombêlên li parêzgeha Kerkukê kiriye û sêyem jî otombêlan bomberêjkiriye”.