Nivîsar

Cudatiya di navbera Sedam û Mistefa Kemalî de

Ciwanên Hêja!

Bi rastî heta niha jî gelek Kurd hene ku cudatiya di navbera Sedam Huseyn û Mistefa Kemalî de nepeyitandine. Gelo kîjan zal bû, kîjan zaltir bû? Kîjan hov bû, kîjan hovtir bû?

Pêşiyên Kurdan gotine: “Dîtin û gotin nabin yek.”
Bi rastî wehşeta Kemalîzm û ya Sedamîzmê jî nedibûn yek û ne jî mînabûne hevûdu.

Kemalîzm desthelatiya xwe bi navê “Cumhuriyet Halk Fikrasi”yê (piştre kirin Cumhuriyet Halk Partisi) li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê vegirtibû û li ser bingeha nikar, şidet û wehşet û dijminatiya olî hatibû avakirin. Min behsa wan rojên reş û tarî ji devê pir kesên ku di dema Kamlîzmê de jiyane bihîztiye û ji min re bi dirêjî gotine.

Sedam Huseyn jî, bi nave Partiya Be´sê, desthelatiya xwe li Îraq û Başûrê Kurdistanê vegirtibû û li ser bingeha şidet, wehşet û xwînxwariyê avakiribû. Lê belê nikar li ba wî çênedibû.

Mistokemal navê Kurd, Zimanê Kurdî û navê Kurdistanê nikar kiribû û pê re qedexe jî kiribûn. Ji 1925 hetanî 1938an, li Bakûrê Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin. Heta bi kêlikên gorên Kurdan barîgehên leşkerî jî ava kirine.
(Wek nimûne, qereqola cendirme ya li Êlihê ku niha jî ava ye û ez bi xwe jî çend şev di nezaretxaneya wê de mame (1980), bi kêlikên gorên Goristana gundê Korikê hatiye avakirin.)

Sedam Huseyn dema behsa Kurdan dikir, digot: ”Kurd ji ber ku zarûkên Selahedînê Eyûbî ne, miletekî serbilind û rûmetmend e.”
Dema Kemalîstan behsa Kurdan dikir, digotin: ”Tirkên Çiyayî yên ku hatine terbiyekir in.”

Îcar ez di vê Rojiya Remezanê de ji we ciwanên hêja û hemû kesên xwedîwijdan dipirsin:

  • Gelo cudatiya di navbera Sedam Huseyn û Mistefa Kemalê Makedonî de çi hebû?

Bi hêviya bersiveke rasteqîne, her şad û bextewer bin…

Zeynelabidin Zinar

Stockholm 18/ 07/ 2014, saet 21.24
[email protected]

Back to top button