Polîtîk

Ocalan heyran û pesindarê Kemalizm û Mustafa Kemale

Hunermendê navdarê Kurd Serhad Bapîr li 16.09.2013 an de şîroveyeke li ser babeta Kemalîzm û Kurdan nivîsiye ku îro jî heman babeta Kemalîzmê li nava Kurdan de tê guftûgo kirin.

Hunermend Serhad Bapîr li peyama xwe de wiha nivîsiye: Hun ji Aysel Tuğlukê çi dixwazin? Ev xanim tenê dîtin, raman û siyaseta Serokê Partiya xwe dûbare dike. Dîtinên bi vî awayê û hê jî xeraptir ev 14 salin ku Serokê PKK Abdullah Öcalan dibêje. Ma qey A. Öcalan bi xwe nabêje ku ew li dijî avakirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe ye. Ma qey A. Öcalan bi xwe heta 2 sal berî niha nebûbû heyran û pesindarê Kemalizm û Mustafa Kemal. Ew Mustafa Kemalê mîmarê xapandin, bindestkirin û şikandina Kurdane. Ew Mustafa Kemalê ku, li gor pîvanên heqên mirovan û demokrasiyê, divê navê wî li kêleka navên Hitler, Mussolini û Stalinê diktator were nivîsandinê. Xûya dike ku, A. Öcalan niha jî bûye pesindarê çîroka “biratiya misilmantiya Kurd û Tirkan ya hezar sali”. Maşallah! Hin Kurdên me ji, dêliva ku li dijî dîtin û siyaseta A. Öcalan derkevin, bi muridên A. Öcalan ra mijûl dibin. Gotinekî pêşiyan yê me Kurdan heye, “Nikare bi kerê, bazdide kurtan”

Back to top button