Cîhan

Clinton: Pevçûna li Suriyê li ser sînorê NATOyê ye

Wezîrê Karêdervê ya Emerîqayê Clinton, “pevçûnên li Suriyê, li ser sînor diqewimin û Tirkiyê ji wê zirarê dibîne.”
 

Di civîna NATOyê, a Wezîrên Karêderve û Parastinê de, Wezîrê Karêderve ya Emerîqayê Hillary Clinton axifî, “bûyerên li Suriyê xwe gihande sînorê Tirkiyê. Hefteya borî, li hember xaka Tirkiye û Lûbnanê çek hatin bikaranîn. Mutefîkê NATOyê Tirkiyê, bi comerdî mazûbanî bi penaberan re kiriye û  dîsa jî ji aliyê Suriyê gule hatine avêtin û 2 kesan jiyana xwe wenda kirine, bi vî awayî Tirkiye zirarê dibîne. Li hemberî rûdanan em ê bi nêz ve têkildariya xwe bidomînin.”

Clinton diyar kir ku, ger Esad vê siûdê baş bikarneyîne wê berî xwe bidine alternatîfên din û got “Emerîqa, di mijara komûnîkasyon û lojîstîkê de, destekan dide muxalefeta Suriyê. Ji bo ku muxalif di pêşeroja xelkê Suriyê de bibine dengekî alternatîf, ku çi dest me were em ê wê alîkariyê bidomînin. Em ê reveberiya Esad bi gotinan ne bi sepandinan binirxînin.”

 

Araf/Rojevakurd

Back to top button