Cîhan

Breivik tê darizandin

 

Li Norweçê Breivikê ku 77 kes kuştibû, li dadgehê êrîş qebûl kir lê sucê, “teror” û “bitevayî kuştin” red kir. Dîrek weşana parastina Breivik a radyo û televîzyonê jî hat qedexekirin.

Anders Behrîng Brevikê ku bi kuştina li Norweçê 77 kesan tê darizandin, erîşê bombeyî lidarxistin û êrîşkirina qampeka ciwanan qebûl kir, lê sucê “teror” û “bitevayî kuştinê” qebûl nekir.

Di zûtirî sibê de, li ber dadgehê, rojnamevan, qurbanî û gel ketine rêzê.
Parêzerê parastinê, hîn ku rûniştinê dest pê nekiribû diyar kir ku tenê poşmaniya bersuc “çima ku hîn jî pêş de neçûye ye.”
Bersuc Breivik got ku, mafê êrîş pêk anînê min ji “mafên mirova yên gerdûnî” standiye û xwe  wek “milîtanê nijatperest” bi nav kir. 
Breivik, ji bo 77 kesên ku kuştune jî, “wana ne zarokên bêguneh bûn, aktîwîstên siyasîbûn.” 

Anders Behring Breivik, 22ê tirmeha 2011 an de li paytexta Norweçê Osloyê êrîşeke bombeyî lidarxistibû û piştî êrîşê çûbû girava Utoya û êrîşa qampa ciwanan kiribû û 77 kes kuştibû.

(araf, ji BBC)

Back to top button