Polîtîk

“Dostên Suriyê” îcar li Parîse dicivin

Bi pêşengiya Fransa “Dostên Gelê Suriyê” li paytexta Fransa Parîsê kom dibin.

Civîna îro (19.04.2012) bi mazubaniya Fransa li Parîsê pêk tê. Li gel Fransa, welatên bi wezîrên karê devre tên temsîlkirin ev in: Emerîqa, Almanya, Qatar, Erebistana Siûdî, Ûrdun, Misir û Tirkiye. Dîsa, Brîtanya, Îtalya, Kuweyt û Tunus jî beşdarî civîna dostên Suriyê dibin.

Wezîrê Karêdervê yê Fransa Alain Juppe, daxuyand ku, di civînê de wê rewşa dawîn a Suriyê niqaş bikin û, “em dixwazin peyameke xûrt û bi biryar, di çarçowa Plana Annan de bidine rêveberiya Suriyê.”

Civîna “Dostên Gelê Suriyê” a yekem li Tunusê (24ê Sibatê), civîna duyemîn li Stenbolê (1ê Avrêlê) pêk hatibû.


Araf/Rojevakurd

Back to top button