Clinton: Esad reforma nekê bila herê
Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton da xuyakirin, ku heta niha di prosesa bikaranîna dijwarîyê û tund û tîjîyê de li dijî xwepêşandarên li Sûrîya 1000 kes hatin e kuştin.
Li angora ajans a Reuters Hillary Clinton di kongereka rojnamevanî ya hevbeş de bi wezîrê derveyê Brîtanîya Wîllîyam Hag re ragihand, ku êdî ev hovîtîya han pêwîste rawest e û pêwîst e hêvîyên gelê Sûrî yên rewa bêne cih bi cih kirin.
Hillary Clinton di derbarê Sûrî de got: Divê rejima Sûrî kuştin û îşkencê rawestîne û hemû girtiyên siyasî di zîndanan de azad bikin. Divê rejima Sûrî dest guftugoyê li gel xelkê xwe re bike.
Hillary Clinton daxuyakirin ku, du rê li pêşiya serokê Sûrî Bişar Esad hene. Yan divê ew bi xwe serkirdiyatiya prosesa demokrasiyê bike, yan jî wek serok Obama gotî ji dev desthilatdariyê berdê.