Îroj

25'ê Gulan

25’ê Gulan

 

Di sala 1925’an û di rojekî weke îroyê de li Rawandûz Yekem hejmara kovara “Zarî Kurmancî”

ji aliyê Damaw Hûsênê Mukriyanî ve hate derxistin.

 

Damaw Hûsênê Mukriyanî

 

Navê temam yê dîrokvan û rojnamevanê jêhatî Damaw Husênê Mukrîyanî, Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Shêx Îsmaîl e. Ew li sala 1893 li bajêrê Mahabad hate dinyayê. Her di zaroktîya wî de zîrektî û bilimîtîya wî dihat xûyakirin.. Ew evîndarê Kurdperwerîyê bû. Emre wî 12 sal bû kes û karên xwe û bajêrê Mahabad bi cîh hîsht û cû Meraxê, Tebrîz û Yerîvan. 12 sal jî bi kincên Efxanî hemû Kurdistanê û welatên derveyî gerîya ji bo komkirin û tomarkirina dîroka Kurd. Ew yekemîn kes bû, nirxekî taybetî dabû nivîsandina dîroka Kurd bi zimanê kurdî.. Huznî giringîyek gellek mezin dida hemû warên zanist ji dîrokê bigire heta wêje, rojnamegerî, morcêkirin, wênegirî, xweshnivîsî, klisheyên wênesazkirinê bi dar htd… Wê dema ew dijîya wî berhemên edebî û dîrokî nivîsî û bi xwe capkir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947, 18 pirtûkên bi nirx capkir ku piranîya wan li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyarîyên bi nirx in.Ew di nav Kurdan de yekemîn kes bû, capxane ji bo xizmeta ziman, dîrok û edebîyata Kurdî damêzrand. Wî li sala 1915 li bajêrê Helebê capxanek damêzrand û pashê jî li sala 1925an de capxana xwe bir Kurdistana Bashûr û li Bajêrê Rewandizê damêzrand. Di navbera salên 1926 û 1932 de kovara ZARÎ KURMANCÎ li wir capkir. Ji wê kovara nabirî 24 hejmar belavkir.

 

 

 

Back to top button