CivakPolîtîk

Ciwanên Kurdistanê Sykis-Piko şermezar dikin

Daxwiyaniya Ciwanên Kurdistanê ji bo bîranîna sedsalîya rêkeftina Saykis – Bîko Îro sed sal li ser rêkeftina Saykis Bîko ve diçe, ya ku di sala 1916 an de dinavbera Ferensa û Birîtaniya de piştî cenga cîhanî ya yekemev rêkeftine di navbera wan de hate îmzekirin û kurdistan carekadî tuşî perçebûnê bû û welatê kurdan bû Çar parç e.

Bîranîna sedsalîya rêkeftina Sayiks Bîko îro derbas dibe û miletê kurd di van sedsalan de gelek zordarî dît ji layê dewleta Turk, Ereb û Farisan ve, lê kurdan xebatek berçav dişûpand li dijî van dagîrkeran û ta niha berdewame di xebat û berxwedanê de .Sala 2016an rêkeftina Sayiks Bîko bidawî dibe, û tê herfandin lewra em pêwîstiyê dibînin ku rêkeftineke nû were îmzekirin û têde dewleta Kurdî were ragihandin.Em wek Ciwanên herçar parçên Kurdistanê vê rêkeftinê şermezar dikin û erkek li ser milê hemû kurdan ji layê partiyên siyasî û rêkxistinên civaka sivîl ku rêkeftina Saykis Bîko şermezar û binpê bikin , û em daxwazdikin ji dewletên ku destên wan di parçekirina Kurdistanê de heye ku îro çareseriyek ji doza kurdî re bibînin ew miletê ku eve çerxek e di bin zilm û zordariyê de dijî , ji ber ku Rêkeftina Saykis Bîko ne guncaw e bo rojhelata navrast û ev qûnax guncawtirîn û baştirîn qûnax e bo kurdan ku dewleta kurdî ragihînin. ji ber Guhertinên ku îro li cîhanê bigiştî û li rojhelata navrast de diqewimin dikeve di bin berjewendiyên doza kurdî de .Û banga me ya sereke ji tevgera siyasî a kurdî re ku yekrêziya mala Kurd bikin armanca xwe û dest ji nakokîyan berdin , da ku doza kurdî bi serkev e û em bigihên mafê xwe yên rewa . Bijî kurdBijî Kurdistan *Tevgera Ciwanên Kurdistan – Bakur* Yekîtîya Lawanî Dîmoqratî Kurdistan – Başur*Giropî Karî Lawan û Qutabîyan – Rojhelat* Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî – Rojava
Back to top button