CîhanDosyaPolîtîk

Eger şirîkatiyek serkeftî nebê bila bira û cîranên baş bîn

“ Divê ew rastiya niha ku li holê daye bê naskirin, çemka hemwelatîbûn dirust nebû û niha jî sînor û serwerî wateya xwe nemaye û Sykes-Picot bi dawî hatiye.“ Mesud Barzani Peyama serokê Kurdistanê bi minasebeta sed saliya peymana Sykes-Picot: Sed sal li ser peymana Sykes-Picot derbas dibe. Ew rêkkeftina piştî cengê cîhanî ya yekem, bû sedema dabeşbûna navçeyê, bêyî wê yekê raya nîştecihên wê û xwezaya demografya navçeyê berçav bigre û zulmekî mezin li gelên navçeyê û bi taybetî li gelê Kurdistanê kir.Encama wê peymanê bi dereceya yekem ji bo gelê Kurdistanê li çarçêweya dewleta Iraqê da karesatbar bû. Ew dewleta ku li ser bingeha şeraketî ji dû neteweyên serekî Kurd û Ereb hatibû damezrandin, li kirdarê da şeraketa Kurd piştguh xist û ji aliyê Hikûmet û rejîmên yek li dawiya yekên Iraqê mezintirîn karesat û zulm û înkarê derbarê gelê Kurdistanê de encam da. Beşa gelê Kurdistanê ji wê şeraketê, enfala donzdeh hezar gencê Feylî û heşt hezar Barzanî û sed û heştih dû hezar hemwelatiyên Kurd li Germiyan û navçeyên din û kîmyabarankirina Helebçe û wêrankirina çar hezar û pênç sed gund û te’rîb û şer û kavilkarî û jenosayd bû.Piştî raperîna 1991 gelê Kurdistanê xwest rûpeleke nû veke li gel dewleta Iraqê û destê xwe ji bo tolhildanê nebir. Lê belê Hikûmeta Iraqê li binpêkirinên xwe de berdewam bû. Piştî 2003 û piştî rûxana rejîma Be’es gelê Kurdistanê bi navê binyatnana Iraqê li ser bingeha şeraket û demokrasî û federalîzmê hemû şiyana xwe bikaranî bo ku rewşa Iraqê baştir bibê û destûr bê nivîsîn û şeraket û hevpeymanî biçespê. Lê belê li kirdarî da kar bi destûrê nehate kirin û Hikûmeta Iraqê xwe ji pabendbûnan veşart û şeraketê binpêkir û dahata xelkê Kurdistanê jî birî.Şer û karesat û nearamî û tundrewî û bê beşbûn, derencama wê peymanê bû ku bi zorê pêkhatên li navçeyê û bi taybetî li Iraqê da pêkve girêda. Ji wê dema ku bi zorê pêkve girêdanê ve rû daye gelên Kurdistanê û Iraq û navçeyê aştî û aramiyê bi xwe ve nedîtiye.Niha bi kirdarî Iraq hatiye dabeşkirin û tayîfegerî hêlên wê dabeşbûnê pêktîne. Li Iraq û Sûriye û gelek welatên din Da’îş sînorên wê têkdane û sînorên nû pêkaniye. Li vê rewşa niha ya Iraqê jî da gelê Kurdistanê bi tu awayekî ne berpirsiyare. Berpirsiyariya vê rewşê dikevê stûyê wan kesên sed sal berî niha navçeyê dabeşkirin û her wiha siyaseta şaş ya desthiladarên navçeyê û Bexda ku xwest bi zora çek û serkutkariyê aramiyê dirust bikin û li wir da serneketin.Piştî sed sal dabeşbûn û ked û êşan, gelê Kurdistanê hemû rêyekî ji bo parastina yekparçeyî ya Iraqê û dewlet bi wateya rastiyê ceribandiye, lê belê sûda xwe nebuye. Li vê rewşê de memnun dibim ku yek bê û ji me re bibêje gelê Kurdistanê êdî çi bike yan çi tiştekî din bikira bo ku Iraq bi yekgirtî bimîne? Bi navê rêgirtina şer û nearamî û karesatên din pêwîste pêdaçûn bi peymana Sykes-Picot bê kirin, ji ber ku êdî nîştecihên Iraqê bi şer û nakokî û tundrewiyê hev nagire. Nabê pêdagirî li ser dûbarebûna şaşiya sed sal û karesatan bê kirin û pêwîste civaka navdewletî û welatên herêmê wê yekê têbigihin ku ji bo dawî anîna êşên Iraqê divê vegerîne ser sirûşt û îrade û daxwaza nîştecihên navçeyên Iraqê û li ser wan bingehan biryar li ser awayê jiyan û paşaroja siyasî bidin. Di derbarê çarenûsa gelê Kurd li parçeyên din jî, ewe her parçeyek taybetmendî û rewşa xwe ya taybet heye û pêwîste doza Kurd li parçeyên din da bi aştî û diyalog û li gor taybetmendiyên her parçeyek bê çareser kirin.Divê ew rastiya niha ku li holê daye bê naskirin, çemka hemwelatîbûn dirust nebû û niha jî sînor û serwerî wateya xwe nemaye û Sykes-Picot bi dawî hatiye. Ji bo wê yekê wekî berpirsiyariyekî dîrokî pêwîste hemû welat û civaka navdewletî li şûna pêdagiriya li ser berdewambûna azarên xelkê Iraqê, bên û bîr li çareseriya rastiyane û rastiya Iraq û navçeyê bikin. Nexwe şer û tundrewî û karesat her berdewam dibê û aştî û asayîşa navdewletî jî dikevê metirsiyê de.Li vê rewşa dijwar ya niha de şaşiyeke dîrokî jî li ber hemû aliyeke bo ku rê li karesat û êşan bê girtin û ezmûna berê û pêşerojê dûbare nebê. Li sed saliya peymana Sykes-Picot de daxwaz dikim guftûgoyekî ciddî li navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de destpêbike, ji bo gihîştina çareseriyeke nû û eger şeraket serkeftî nebû bila bira û cîranên baş bîn.Eger aliyên siyasî jî bixwazin bi cûda û bixwazin li wê şaşiya dîrokî da li berpirsiyariyê rabikin, eve gel biryara xwe dide û biryara gel jî ji hemû biryarek bihêztir û şer’îtire û bi tekez jî gel biryara xwe dide.

Back to top button