Ciwanên kurd ji Başûr di nav Cepheya El Nusra de
Li sînorê Hewreman-Helebce zêdeyî 30 ciwên kurd bi navê cîhadê çûne Sûriyê û niha sê ji wan ciwanan ku ji Hewreman çûne bi giranî birîndar bûne.
Li gor Basnewsê, Kurd bi ser çend fermandeyên erebî de hatine dabeşkirin ku piraniya wan xelkê Sudan, Misir û çend welatên din in û fermandeyeke taybet yê kurdan jî heye bi navê Ebû Ehmed Kurdî û li dijî PYD û artêşa Sûriyê şer dikin.
Hinek ji hevalên wan ciwanên kurd ji Basnewsê re axifîn û gotin: ‘’Temenê wan ciwanên ku çûne Suriyeyê di navbera 18-30 salî de ye û ji wan yê herî biçûk Mela Osman Tofîq e ku li nehya Xurmal rûdinişt û gotarbêjê (îmam) mizgefta gundê Belxe yê ser bi nehya Biyare bû.’’
Yek ji hevalê wan ciwanan ku nexwest navê wî were eşkere kirin wiha axifî: ‘’Ew ciwanên ku ji sînorê Hewreman çûne kesek ji wan nehatiye kuştin, lê sê ji wan birîndar bûne bi navê Merwan Ehmed, Cîhad û Bilal, birîna Bilal jî gelekî giran e.’’
Derheqê çawahiya çûna wan ciwanan de jî hevalê wan ciwanan got: ‘’Ew ciwan bi xwesteka xwe diçin, bi rêya Tirkiyê diçin Sûriyê û hemûyan soz daye ku venegerin heta Sûriyê azad nekin. Herwiha ewên ku ji herêma Kurdistanê diçin 7 mehan perwerdê dibînin û sîxurekî jî li ser serê wan dideynin daku bizanin ka bi mebesta zanyariyan nehatine nav grubê û piştre wan werdigirin.’’
Li gor heman çavkaniyê, niha ew ciwanên kurd di jêr çavdêriya Cepheya El Nusra de ne û ji aliyê wê grubê ve tên perwerdekirin. Heta niha tenê ciwanek ji wan vegeriya ye Kurdistanê bi navê Saman Heme Elî ji ber ku dayîka wî nexweş bû.
Asayişa Xurmal hefteyek mohlet daye kes û kar û malbatên wan ciwanên kurd daku zarokên xwe vegerînin Kurdistanê, ger na dê cezayê heta hetayê yê girtîgehê bidin wan ciwanan