Îslamiyên Kurdistanê Hewlêr kir qada Tehrîra Misirê

Duhî roja 17.08.2013ê li bajarê Hewlêrê bi destpêşxeriya (însiyatîv) Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê, ji bona piştgiriya Îxwan Miuslimîn li Misirî, xwepêşandanek saz kir.

Di xwepêşandanên de, Elî Bapîr serokê Komela Îslamî, Mihemed Frec serokê Yekgirtuya Îslamî, berpirs û cemawerê her du parityên îslamî beşdarî kirin û çend gotarek hatin xwandin ku, tê de piştevaniya xwe bo Îxwan Muslimîn li Misirê nîşan da û hikûmeta Misirê şermezar kir.
Beşdarên xwepêşandnaê wêneyên Mihemed Mirsî serokê berê yê Misirê û rêberê Îxwan Mislîmînan bilind kiribû.

Vê helwesta Îslamiyên Kurdistanê minaqeşeyek mezin di nav kurdan de çêkir ka gelo çima heta nuha îslamiyên Kurdistanê ji bona rojava, bakûr û rojhilatê Kurdistanê tu çalakî nekirine. bi taybet ji bona Rojavayê Kurdistanê ku, ji aliyê îslamiyên radîkal ve tên qirkirin.

 

Nêrînek

  1. drustkir?,gelo ne bi navé “Enfalé” Kurd hatin qetilkirin?gelo li komara íslami de rojane kurd nayén darvekirin?gelo ew dewletén íslami ne piştgiria Seddamé xwínxwar dikirin?,gelo ev terora li cihané pékté ne bi desté íslamistén túndrew pék té?Gelo Selaheddíné Eyubi bu xwe ,bu netewa xwe &ikir?gelo ew welatén bi navé íslamé ú şeríeté tén bi révebirin ne dewletén lawazin,belengazin,bir&ine,ne şarestanine?,gelo,gelo…Véca ez péşniyar dikim bila beréz Eli Bapir heré cihadé,heré Misré,híc peywistiya Kurdan bi van caméran níne?Éme beriya hertişti weku Kurd ji dayik búne!!

Nerîna min :