Dosya

Ciwanek Kurd û birayetiya Gelan !

Roja 14.10.1029ê di Rojevakurd de nûçeyek hatibû weşandin. Nûçe bi vî awayî bû:
Ciwanek Kurd temenê wî 19 salî, li bajarê Tirkiye Adapazari karker bû ji xwe re dixebêtî. Şirîn Tosun gencek Kurd bû û şirketa basa ya Oz Diyarbakir de wek muawin kar dikira. Ji bo karek demî çûbî bajarê Adapazara Tirkiye.

Rojekî li gel hinek hevalên xwe diçin nawenda bajêr, ji xwe re Kurdî diaxivîna tiştek din nekirîbû. Lê ji bo axavtina Kurdî bû aramca êrîşa 6 gencên Tirk. 6 gencên Tirk êrîşkirin û ew ji lêdanê pelixandin, piştre jî guleyek bi sere wî de teqandin.

Şahin rakirin nexweşxaneyê, 50 roja ji bo ku bijî li berxweda . Lê mixabin dawîyê de winda kir û jiyana xwe ji dest da. Termê Şirîn Tosun birin Diyarbekirê spartin axê.

Niha hevalê Tosun ku roja bûyerê li gel Tosun bû, ji dema bûyerê rûdayî heta niha bê deng bû. Hevalê Şirîn Tosun piştî bûyerê 15 rojan di nexweşxaneyê de li ber serê Tosun maye û piştre jî çûye Diyarbekir û ji wê derê jî ji bo karê dayînhevîna peteteyan çûye Bilîsê.

Mahsun Zeren

Mehsun Zeren behsa bûyera ku êrîşê wan hatî kirin dike û dibêje: Em ji bo dayînhevîna findiq a çûbûn bajarê Sakaryayê. Rojekî baran barî me kar nekir û em çûn nawenda bajêr. Dema em vegeriyan herin gundê ku em lê dixebitin, me rê de weseteyek ku reqamê ya Diyarbekir bû dît û me destê xwe jêre hejand.Em liqayê 6 kesan hatin û ji merê gotin :“ Ji bo çi hun dikenin û we destê xwe ji wê otomobilê re hejand ?“ Me jî got“ Ew ji Diyarbekirê bûn me jî behriya welat kiriye û dema me dît keyfa me hat me destê xwe jêre hejand“
Piştre xeberên pîş ji mere dan û êrîşê me kirin.Me hewlda em xwe ji êrîşa wan biparêzin, wê demê yekî bi çek (demance) gule berdan me, gula yekem de Şirên kete erdê û du gule bera min jî dan lê ez revîm. Min ji gund arîkarî xwest. Ez wegeriyam cihê bûyerê kesek tenê li wê derê mabû.Ewî kesî ji mere got:“ Tiştek nebûye birînek basîte emê di navxwe de çareseriyekî peyda bikin ji kesekîre nebêjin.

Mehsun Zeren dibêje ku, tenê carekî dozger bakiriyê û îfada wî girtiye. Piştîwê kesek ji bo îfadeyê banekiriye wî. Hewldidin bûyerê bigrin. Kesê ku gule berdayîn ciwanên Kurd 50 saliye û nehatiye girtin jî. Dê di dadgehê de ev bûyer bigihê kûderê ne giringe jî.
Gelek bûyerên bi vî awayî rûdane û gelek cihan de li Tirkiye êrîşê xelkê kirine ku ji bo Kurdin. Sedemê van bûyeran ewe ku kîna di navbera xelkê Tirkan de li dijê Kurda belav bûye.

Lê mixabin siyaseta ku bi navê Kurda tê kirin jî rolek di van bûyeran de heye. Siyaseta ku bi şîara “biratiya gelan “ de tê kirin sedemk bingehîn yê van bûyeran e. Tu cara li bajarên Kurdistanê Kurda êrîşê kesekî nekiriye ji bo ku Tirke. Lê mixabin li Tirkiye ev yek tê kirin û Tirk êrîşê Kurdan dikin ji bo ku tenê Kurdin.
Yanî siyaseta “biratiya gelan“ bûye wek dijminetiya gelan.

Nabe tenê aliyên siyasî yên Kurda van bûyerên bi vî cûreyî tenê bi daxûyaniyekî şermezar bikin. Divê sedema van bûyeran bê nirxandin, hinek lêkolin di vê derbarê de bêne kirin. Wek din heta ev siyaseta bi navê Kurda  bi çewtî tê kirin, dê vê dijminetiyê kûr tir bike.

Back to top button