Civak

Civînên Parlementoya Kurdistanê bi zindî bêne weşandin

Serokê parlementoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî di destpêka kombûnê de ragihand, ku niha televiziyona parlementoyê, bi satelîtên Nile Sat û Arab Sat dest weşana xwe kiriye.

Kemal Kerkûkî got, ku dê ev televiziyona han (Televiziyona Parlementoya Herêma Kurdistanê) bibe dengê gel û da nîşandan, ku divê pirs û arêşeyên hevwelatîyan bêne çareserkirin û daxwazên wan bi cih bibin.

Di kombûnê de, behsa gendelîyê (fesadê) jî hat kirin û hat daxwazkirin, ku ev dîyardeya han (ev fenomenona han) bi awayekî qanûnî bê çareserkirin.
Endamên parlementoyê di vê kombûnê de behsa budceya îsal jî kirin û daxwaz kirin, ku guft û go û gengeşeyên têr û baş li ser budceyê bêne kirin û di kombûna bê jî de bitê pesendkirin.

Back to top button