
Di çerçova doza Ergenekonê de Yalcin Kuçuk hate girtin. Plis îro çûn mala Yalçin Kuçuk û 10 demjimêran li mala Kuçuk geriyan û gelek belge, CD û kaxiz wek delîl li gel xwe birin. Herweha çerçova vê dozê de 6 kes jî li Enqere hatin binçav kirin. Li tevî Yalçin Kuçuk 11 kes hatine binçavkirin û li malên hemiyan lêgerin hatine kirin. Kesên girtî bi fermana dozerê doza Ergenekonê hatine girtin û li malên wan lêgerîn hatine encamdan.
Wek tê zanîn ev demek bû Yalçin Kuçuk girtiyên doza Ergenekonê xwedî derdiket û ji bo derxistina wan ji girtîgehê dixwest ku ew bibin berendamên parlementoyê. Gelek balkêşe ku, yên hatin binçav kirin hemî rojnemevanin. Parlementerên CHP-ê ji bo vê girtinê hukumet bi tundî rexne kirin û ev kar karek ne qanunî nirxandin.
Piştî êfada van kesên hatîn binçavkirin xilas bibe dadgeh biryarê bide ka gelo wê bêne girtin ya azad kirin. Doza Ergenekonê ji berî çar salan destpêkir û bi sedan general, efser, rojnemevan û siyasetmedarên kevin di vê çerçovê de hatine kirtin. Serokê Partiya karkeran Dogu Perinçek jî di vê dozê de girtiye.
HEY DINYA,\r\nDi zemanekî de Prof. Yalçîn Kûçik û serokê PKKê Evdile li ser televizyonê pesnê hev didan û li dijê Başûrê Kurdistanê dipeyivîn. Yekî dema xeberdan dikir, yê din xeberdana wî tesdîq dikr… Ha wisa tiştek nedima ku li dijê Kurdan nedigotin. Lê va ye îro Prof. Kûçik li ser doza rêxistina terorê ya ERGENEKONê hatiye girtin. Bila girtina wî ji Kurdan re bibe ders û bikin guhar têxin guhê xwe.
Wî karê xwe dikir. Ew xebatkarekî “dewleta vesharî” ya Romê bû. 29 rezberê de (roja damezrandina Komara Tirkiyeyê) vegeriyabû Tirkiyeyê. Wî êdî malnisînî heq kiribû.\r\n\r\n”Min PKK anî ser riya Ataturk. Destê dewleta me di nava chepgiran, rastgiran, Îslamîstan de xurt bû. Lê di nava Kurdan de qîmeta me nebû. Niha partiya herî mezin a Kurdan (Bakur) di bin fermana me de ye. Dibêjin Yalchin Kucuk ci kiriye.. Dibêjin gotiye silav ji chiyayên Kurdistanê re. Herin binêrin chi hene li ser lûtkeyên wan chiyayan. Ala Tirk heye nezanno..”\r\n\r\nEv ji axavtina wî ya li Bursayê ye (12.09.2009)\r\n\r\nYalcin Kucuk rola xwe lîst, ew deshîfre bû. Lê niha bi dehan, sedan Yalcin Kucuk hene di nava partî û saziyên Kurdan de. Capemeniya Bakur ew kontrol dikin. \r\n\r\nBi dehan kesan ez jî, xelk jî dizanin. Lê Kurd zû tên xapandin. \r\n\r\nErê Bakur û Bakurî wisa ne. Lê xetayên we Bashûriyan jî gelek û gelek in. Em bi Tirkan û biratiya Tirkan tên xapandin. Hûn jî Tirkhez in, heyranê Tirkan in. Qet dilê xwe negirin.\r\n\r\nHeya em xelkê di mala xwe de xwedî bikin, heya em bendê xwe bidin destên xelkê, heya em heyranê xelkê bin, heya em nava mala xwe kontrol nekin, heya em nebin desthilatdarê mala xwe halê me ev e.