Polîtîk

Civînek çaralî li Bexdayê pêk tê

Çavkaniyekê ji parlamentoya Îraqa federal re eşkere ku di demekê nêzîk de dê her çar welatên cîran; Îraq, Îran,Tirkiye û siudiye, ji bona gotûbêjkirina pirsgirên li deverê hene, li Bexdayê li hev bicivin.

Ebas Amerî serokê komisyona peywendiyên derve li parlamnetoya Îraqa fedral di daxuyaniyekê de ji Somer News re got ku Usam Nûçêfî serokê parlamentoya Îraqa federal di çarçoveyê sedana xwe ya bo Swîsreyê de digel Elî Lacanî serokê parlamnetoya Îranê civiya û pêşniyara civîneke çarqolî di civînê de pêşkeşî serokê parlamnetoya Îranê kiriye û Îran jî ji bo sazadana wê civînê amadeyîya xwe nîşan daye.

Amerî got jî ku sazdana civîneke çaralî ku serokparlamentoyên her çar welatên cîran; Îraq, Îran,Tirkiye û siudiye tê de beşdar bin, destpêşxeriya Usame Nûçêfî serokê parlamentoya Îraqê ye û got: ” Nûçêfî dê serdana Tirkiya û Siudiye jî bike daku wan jî li ser destpêşxeriya xwe ya di warê pêkanîna civîneke çaralî, agadar bike.”

Weke tê zanîn nuha Usame Nûçêfî bi serdanekê li dervey welêt e, û berî çend rojekan di hevpeyvîneke xwe de digek BBC got bû ku dewletên cîran destê xwe dirêj kiriya nav karûbarên Îraqê û pirosesa siyasî xetimandiey.

Back to top button