CîhanPolîtîk

Civîna serokatiya Kurdistanê û sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî

Li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ban Ki-moon sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şandeya pê re ku, ji Cîm Yung Kîm serokê Banka Cîhanî û Ehmed Elî serokê Banka Geşepêdana Îslamî û Jan Kubis nûnerê taybetî yê sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û hejmarek şêwirmend û berpirsên Neteweyên Yekgirtî û Banka Cîhanî û Banka Geşepêdana Îslamî pêkhatibûn, kir.Di hevdîtinê de serok Barzanî gelek bi germî bixêrhatina sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî û serokê Banka Cîhanî û serokê Banka Geşepêdana Îslamî û şanda li gel kir û hatina wê şanda bilinda civaka navdewletî bo Herêma Kurdistanê bi pir girîng û cihê hêvîya gelê Kurdistanê wesif kir. Serok Barzanî di axaftina xwe de behsa qurbanîdana gelê Kurdistanê li şerê dijî terorîstan kir û ew yek jî got ku ji bilî şerekî giran, Kurdistan rûbirûyê tehedîya kirîza êkonomî bûye û bi sedhezaran koçber û penaber jî hewandine.Barzanî balkişand li ser sedemên kirîza êkonomî û ew yek jî behs kir ku heta niha tu aliyek di warê êkonomî de hevkariya Kurdistanê nekiriye û Hikûmeta Iraqê jî bi wezîfeya xwe ya di warê alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ji bo hewandina koçberan nekiriye. Li beşekî dinê axaftina xwe de serok Barzanî ronahî xiste li ser bernameya çaksaziya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî hemû pîvan û wan bingehan dibe ku ji bo çaksaziyê pêwîstin. Serok Barzanî ew yek jî ji şanda mîhvan re ragihand ku pêwîste civaka navdewletî di warê hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de wê yekê ber çav bigre ku beşa zêdetir û giraniya şerê teror û têçûna penaber û koçberan ber bi Herêma Kurdistanê ketiye. Daxwaz jî kir ku ji bona serxistina proseya çaksazî û derbasbûna herêma Kurdistanê ji kirîza êkonomî, rêxistina Neteweyên Yekgirtî û saziyên cîhanî rênuwênî û şîretên pêwîst pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.Di hevdîtinê de sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtinê û serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û pîrozbahiya cejna Newrozê jî li serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û ragihand ku digel şanda xwe ji bo nîşandana palpiştî û hevsoziya gelê Kurdistanê hatiye û pesnê serkirdayetîkirina serok Barzanî û azayetî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û şikestdana terorîstan kir û tekez li wê yekê kir ku Pêşmerge navekî naskiriye li ser asta cîhanê da ku li çeperên pêşiyê cîhanê ji metirsiya terorê diparêze û balkişand li ser wê yekê ku cîhan agahdarî wan tehdîdane ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûye û bi serok Barzanî ragihand ku serkeftina we ya li vê şerê da û li rewşeke dijwar ya aborî cihê sersamiya hemû cîhanê ye. Her wiha spasiya gelê Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku mil dane ber hewandina bi sedanhezar koçber û lêqewiyan. Sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî sersamiya xwe ya serkirdayetîkirina serok Barzanî ragihand û wê yekê dûpat kir ku civaka navdewletî palpiştiya hewlên serok Barzanî yên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê dike.Her di vê hevdîtinê de, serokê Banka Cîhanî di axaftina xwe de, serok Barzanî ji hewlên Banka Cîhanî yê ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê agahdar kir û rizamendiya xwe jî li ser bernameya çaksazî û ciddîbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di vî derbarî de nîşanda û ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hêjayî wê ye ku cîhan piştevanê wê bike. Her wiha, serokê Banka Geşepêdana Îslamî di gotarekê de tekez li ser hevsozî û peroşiya Banka Geşepêdana Îslamî ji bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ji bo ew ji bo hindê hatiye ku li gel Banka Cîhanî da yarmetiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina çaksazî û yarmetîdana koçberan û her wiha hevkarîkirina vegerandina jiyanê ya navçeyên azadkiriyan bidin.Di dawiya hevdîtinê de serok Barzanî sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî wekî dostekî mezinê gelê Kurdistanê wesif kir û spasiya hewl û keda tîmên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve kir ku li Kurdistanê da çalakin.Di vê civînê de serokê hikûmetê û cîgirê serokê hikûmet, şêwirmendê encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, nezîrê Navxo û wezîrê Pêşmerge bi wekalet, serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, wezîrê Plandanan, berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn. 

Back to top button