Polîtîk

Referandum ji hemû nakokiya mezintir e

Endamekî perlemantoya Kurdistanê dibêje,mijara referandumê û mafê çarenivîsiyê ji hemû nakokiyanmezintir e û pêwîst e aliyên siyasî pirsgirêkên xwe bidin aliyekî. Perlemanterê PDKê yê Kurdistanê Dr. Firset Sofî ji malpera KDP.info re ragihand: “Mijara rapirsiyê û mafê çarenivîsiyê ji hemû nakokiyan mezintir e û madem ev pirs hatiye pêşî divê pirs û nakokiyên navxweyî bên birîn û aliyên siyasî niha û bilez bihevre rûnên û nakokiyên xwe kêm bikin û parlemantoya Kurdistanê çalak bikin û pêşniyarqanûna rapirsiyê bipejirînin.” Dr. Ferset Sofî wiha got: “Bo pirsa referandumê pêşniyarqanûn heye, lê hêj bi fermî nehatiye pêşkêşkirin.”

Back to top button