Civak

Civîna Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina

Bi amadebûna Nûnerê UNAMI, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan civiyan.

Armanca civînê gotûbêjkirina pêngavên amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bû. Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ya temam ji bo asankarî û alîkariya proseyê bi awayekî şefaf û profesyonel nîşan dan.

Di civînê de, komîsyonê behsa prosedurên teknîkî û terxankirina demê ji bo pêngavên lidarxistina hilbijartinan di dema yasayî ya komîsyonê de kir û nûnerê UNAMA amadehiya xwe ji bo hevkarîkirina hemû pêngavan bo serkeftina proseya hilbijartinan nîşan da.

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê di dema borî de gavên cidî ji bo lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê avêtine û erkên xwe yên yasayî yên Herêma Kurdistanê cîbicî kirine.

Back to top button