CivakRojev

Çima Türkan Elçi ji endametiya Baroya Diyarbekirê qeyda xwe betal kir!

Parlamentera CHPê ya Stenbolê Türkan Elçi, ku hiqûq xwendiye û piştî kuştina mêrê xwe Tahir Elçi bûye parêzer, Turkan Elçî endama baroya Diyarbekirê bû. Lê hat zanîn ku Elçî endametiya xwe ya baroya Diyarbekirî dawî aniye û qeyda xwe betal kiriye.

Gelek îdia li ser sedema betalkirina qeydka Elçi hatine kirin. Elçi li ser medyaya civakî bersiv da îdiayan.

Elçi sedema betalkirina xwe wiha rdiyar kir, “Helwesta alîgir a Baroyê di derbarê nakokiya di navbera min û endamekî baroyê de sedemek asas bû. ji ber saziyek dadperweriyê helwestek dadweî nestandiye. Sedem ewe ku, baroyê erkê xwe bi awayekî dadperwerane pêk neaniye.”

Elçi, diyar kir ku wê mesele biriye dadgehê û got, “Pêvajoya sedadwerî niha berdewam dike. Her gava ku ez ji bo parastina mafê xwe yê rewa tavêjim bi çewtî tê nixandin.Di van minaqeşeyan de, min zarokên min û heta hevjînê min yê mirî wek malzemeyekî bi kartînin. Karanina zimanê bê berpirsiyar diyardike ku dijberî çikas wêrankariyê li gel xwe tîne.

Elçî dibêje ku, piştî min di nava CHPê de dest siyasetê kir, hinek alî ez kirime armanc. Rexnegirî bi nirxe, lê yên ku îftira û bê bextî ji xwere kirine babeteka tekoşînê xeletin û dê bi rêya dadweriyê ezê li himber wan bisekinim û şûnde gav navêjim.

Back to top button