Çil jimarê ‘Kurmancî’ bi hev re derketin

Her çil jimarên Kurmancî, “rojnameya taybetî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê li ser pirsên zaravayê kurmancî” bi hev re tevî ferhengokeke bi kurdî-tirkî-fransizî-îngilîzî hatin çapkirin. “Kurmancî”ya ku wek weşanek herî girîng a ilmî tê qebûlkirin ji 1128 rûpelan pêk tê, di ebatê A4 de ye, 8 rûpelên wê rengîn in, li ser kaxeta spî hatiye çapkirin û bi çermê reş û bordo hatiye cildkirin.

Kendal Nezan, Serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê di pêşgotinê de pirsên sereke ji bo rewşenbîrên kurd, wiha nîşan dide: dewlemendiyên zimanê kurdî çawa bên parastin û bigihin nifşên nû? Kurd çawa, tevî hebûna devokên cihê jî, bi nivîskî an bi axaftinê ji hevûdu baştir dikarin fam bikin? Kurdî çawa dikare dewlemend bibe ku pê hest û meremên kurdên nûjen û xwenda yên sedsala XXIan jî îfade bibin? Û xebata “Kurmancî” wekî destpêka bersivdana van pirsan dibîne: berhevkirina devokan, zelalkirina bingehên rastnivîsîna zimên, çêkirina peyvên nû ji bo warên jiyana îroyî.
Kendal Nezan diyar dike xebateke wisa divê ku karê Akademiya Ziman a dewleteke kurdî be: “Lê kes nizane ewê kengê dewleteke kurdî ya neteweyî çê bibe û ta wê demê ewê kurmancî bikeve çi rewşê. Lewra, hin rewşenbîrên kurd ên li dora Enstîtuya kurdî civiyayî biryar dan ku salê du caran, her carê ji bo hefteyekê bicivin û li ser pirsên kurmancî bixebitin, û di vê xebatê ji berhemên berê, nexasim ên Mîr Celadet û Kamiran Bedirxan û yên Kurdistana başûr jî kelk bigrin. Li gora mecalan me xwast kesên ku bi pirsên zimên mijûl bûne an devoka navçeya xwe baş dizanin an pisporiyeke wan a taybetî heye vexwînin van civînan û ji hemû navçeyên kurmancîaxêv beşdar hebin. Beşdar ji çend welatên ewropî tên û bi hev re qasî deh zimanên biyanî dinasin.”
Her du civînên pêşî di 1987an de li bajarê Barselona, paytexta Katalonyayê çêbûn. Piştî çend civînan li Bruksel, Berlîn, Loland (Danîmarka), Dihok û Parîsê, beşdar, ku bi piranî li Swêdê dimînin, çêtir dîtin ku êdî ji şeş mehan carekê li Swêdê, li girava Biskops Arnöyê, bicivin. Berhemên her civînê di hejmareke taybetî de tên weşandin.
Beşdarên civînan û herêmên ku jê ne ev in:Khosrow ABDULLAHÎ (Selmas), Salih AKIN (Xerzan), Mustefa AYDOGAN (Mêrdîn), Kazim BABA (Dersim), Rûken BAGDU-KESKÎN (Stembol), Lutfî BAKSÎ (Xerzan), Mahmûd BAKSÎ (Xerzan), Rojen BARNAS (Diyarbekir), Muzaffer BEGZADE (Şikakan), José BERTOLINO (Parîs), Abdullah Emîn BÊTASÎ (Behdînan), Husên BINAVÎ (Berwarîbala), Joyce BLAU (Parîs), Salim ÇELIKER (Diyarbekir), Ordixanê CELÎL (Sankt Petersbûrg), Firat CEWERÎ (Nisêbîn), Nûra CEWERÎ (Rewan), Xelîl DIHOKÎ (Dihok), Egîd DIJWAR (Bişêrî), Ehmedê DIRIHÎ (Çewlîg), Mistefa DÜZGÜN (Dêrsim), Emîn EBDO (Şengal), ELÎŞÊR (Wan), Samî ERGOŞÎ (Barzan), Derwêş FERHO (Mêrdîn), Cewher FETAH SEÎD (Hewlêr), Ebdulsetar FETTAH (Dihok), Rojan HAZIM (Hekarî), Ebdulsetar HEMÎD (Berwarîbala), Fawaz HUSÊN (Amûd), Mihemed Siddîq ÎMAMÎ (Behdînan), D. ÎZOLÎ (Dêrsim), Musa KAVAL (Hekarî), Hemîd KILIÇASLAN (Mêrdîn), Michael L. CHAYET (Washington), Mahmûd LEWENDÎ (Qerejdax), Emîn NAROZÎ (Batman), Letîf NÊRWEY (Nêrwey), Kendal NEZAN (Diyarbekir), Selam NÛMAN (Qamişlo), Fadil OMER (Dihok), Cemal ONURSAL (Cizîr), Enwer OSMAN (Hewlêr), Ferhad PÎRBAL (Hewlêr), Edîb POLAT ( Diyarbekir), Ali RETABÎ (Silêmanî), S. RÊWING (Sêrt), Huseyin SADO (Hesiçe), Ferhad ŞAKELÎ (Kerkûk), Hiner SALIM (Behdînan), Zinar SORAN (Dêrik), Sahîn B. SOREKLÎ (Koban), Selîm Îsmail ŞEHBAZ (Dihok), Behrûz ŞUCAÎ (Kortol), Newzad ŞUKRÎ (Dihok), Mehmed TANRIKULU (Diyarbekir), Mueyîd TEYÎB (Dihok), Mehmed UZUN (Siwêrek), Zinarê XAMO (Wêranşar), Têmûrê XELÎL (Rewan), Evîn YALÇIN (Diyarbekir), Yücel YEŞÎLGÖZ (Dêrsim), Memo YETKIN (Semsûr), Veysî ZEYDANLÎ (Bedlîs), Zeynelabidîn ZINAR (Batman), Reşo ZÎLAN (Agirî).
Kurmancî berhema xebata van 20 salan e û wek kitêba jimare 320, di nav weşanên Avesta de derket.

Kurmancî (Hejmar: 1-40, havîn 1987 – bihar 2007)
Rojnama taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li ser pirsên zaravayê kurmancî
ISBN: 978-605-5585-15-0
30×21, 1128 rûpel, 8 rûpel rengîn, kaxeta spî, 100 TL
www.avestakitap.com

Nerîna min :