Polîtîk

Cihê sê jerîdanên Ozal eşkere bû

Di jehrîkirina serokkomarê Heştemîn ê Tirkiyê gorbihişt Turgut Ozalî de ku cenazeyê wî ji aliyê Tiba Edlî ve hatiye kontrolkirin û ku hate peyitandin ku bi jehrê miriye, bi lêpirsîna dozmendan li ser raporê navê sê kesên din jî eşkere bû.

Di lêpirsîneke berfireh a nihênî de derket holê ku piştî Turgut Ozal bi jehrê miriye, sê karmendên Koçka Çankayayê ji Tirkiyê reviyane derva. Yek ji wan jinek bi navê Nesrîn e ku li koçka Çankayayê xwarinpêjî dikir. Piştî mirina Ozalî, Nesrîn ji Tirkiyê reviyaye û çûye Hondurasê. Jineke din jî heye ku navê wê ji aliyê xeberbêjê me ve nehatiye peyitandin, ew jî heman demê ji Tirkiyê derketiye û çûye Kanadayê. Yê sisiyan jî yek ji parêzvanê Ozalî bi xwe ye ku ew jî reviyaye û çûye Îskoçyayê.

Agahdariya ku gehaye Rojeva Kurd, heftiya bê Serdozgerê Enqerê li ser rapora Tiba Edlî wê doza jehrîkirina Turgut Ozalî bide destpêkirin. Wê hingê dê pir kes bêtin desteserkirin û wê îfadeya pir kesan jî bête wergirtin. Helbet di radeya pêşî de kesên ku bêne desteserkirin û lêpirsîn derheq wan de bête kirin, wê karmend û berpirsên wê demê yên Koçka Çankayayê bin.

Ew kesên ku reviyane derva, Serdozgerê Enqerê  dê wan bi riya îNTERPOLê bixwaze.

Rojeva Kurd/Enqere

Back to top button