Cîgirê Serokomarê Îranê Zerîf îstifa kir

Cîgirê Serokomarê Îranê bo Karûbarên Stratejîk Muhammed Cewad Zerîf dev ji posta xwe berda. Li gor agahiya ku ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ragihand, Zerîf nameya îstifaya xwe pêşkêşî Serokomar Mesûd Pezeşkyan kir. Hat ragihandin ku Pezeşkiyan heta niha bersiv nedaye îstifayê.
Îstîfa Zerîf demeke kin piştî ji kar dûrxistina Wezîrê Aboriyê Ebdul Nasir Himmetî ji aliyê parlamentoyê ve hat. Himmetî li hember kûrbûna qeyrana aborî ya li welêt bi bêbandoriya xwe hat sûcdarkirin û duh bi biryara Meclîsê ji erka xwe hate dûrxistin. Piştî vê pêşveçûnê îstifa Zerîf di derdorên siyasî de weke tevgereke balkêş hat şîrovekirin.
Zerîf ku di serdema Serokomarê berê Hesen Ruhanî de di navbera salên 2013-2021’an de Wezîrê Karên Derve bû, weke yek ji girîngtirîn navên peymana nukleerî ya di sala 2015’an de hatibû îmzekirin tê naskirin. Di Tebaxa 2023’an de ji aliyê Serok Pezeşkyan ve weke Cîgirê Serokê Giştî yê Karûbarên Stratejîk hat tayînkirin. Lê Zerîf ku ji roja destbiserbûna xwe ve bûye hedefa derdorên ultra-muhafazakar, îşareta îstifakirina xwe jî dema ku hikûmetê ji parlementoyê dengê pêbaweriyê wergirtibû jî nîşan da, lê li ser wezîfeya xwe berdewam kir.
Zerîf ji ber daxuyaniyên xwe yên di Foruma Aborî ya Cîhanî ya ku di Çileya borî de li Davosê li Swîsreyê hat lidarxistin, rastî bertekên tund ên derdorên ultra-muhafezekar ên Îranê hat.