Dosya
Cîgirê serokê parlamentoyê Hesen Sûre kîye
Hesen Mehemed Sûre kiye?
Îro parlamentoya Kurdistanê di civîneke awerte de serok û cîgirê serokê parlamnetoya Kurdistanê hilbijartin.
Erselan Bayîz (YNK) ku beriya nuha cîgirê serokê parlamentoyê bû weke serokê parlamentoyê hat hilbijartin û Hesen Sûre (PDK) jî weke cîgirê serokê parlamentoyê hat hilbijartin.
Jiyanama Hesen Sûre:
– Sala 1955ê li bajarokê Qeladizê jidayîk bûye
– 1981-1982 bakalorios di ware tibê de li zanîngeha Mûsilê wergirtiye.
– 1985 weke pêşmerge beşdarî soreşa Gulanê a bi serokatiya PDKê de kiriye.
– Berpirsê komîteya Partiyê a Qeladizê bûye
– Kargêrê ofîsa merkezî a rîxistinên cemawerî û pîşeyî bûye.
– Cigîrê berprisê liqa 11 a PDK bûye
– Berprisê liqa 11 a PDK bûye
– Endamê komîteya lêpirsîn û çavdêriyê bûye.
– Di kongreya 12ê a PDK weke endamê yedek yê komîteya merkezî hat hilbijartin.
– Rovebirê nexweşxaneyê bûye
– 1992-1997ê rêvebirê giştiyê tendirustiyê bûye.