Nivîsar

Çi pêwîstîya wî bi qurbana te, kujtina ajalên xwe ya bi destê mirovan heye?

“Mirov bi tenê 0,01% ê zindîyan in , lê bûn sebeb ku 83% ên din ji holê rabin.”

Heta îro teqrîben nêzîkî 1.5 Mîlyon cureyên zindîyan hatine tesnîf kirin û beşek zêde ji wan cureyên kêzikan in.

Li gor zanyarîyên heyî hejmara cureyên zindîyan dikare ji 2 milyonan û heta 1 trilyonî here. Li gora vekolîneke ya Zanîngeha Arîzonayê ku di kovara “The Quartertly Review of Biology” de weşaye, hejmara cureyên zindîyan nêzîkî 2 milyar in û yên ku hatine tesnîf kirin bi tenê 0.01% e.

Li gor hesabên biyolog E.H Wilson ku ji Zanîngeha Harvardê ye, her saet 3, her roj 72, her sal 30 hezar cins/cure zindî heta heta tune dibin. Di vê tunebûnê de rola mirovahîyê di demên jeolojîk yên nêzik de 400 qet zêdetir e û ev e 65 milyon sal in ku qetlîamek bi vê pîvanê de çênebûye.

Di van 200 salên piştî Şoreşa Îndustrîyê ku em têde jîyane teqrîben 5 – 19 % cureyên kêzikan tune bûne.
Ji Mûzexaneya Siruşt û Dîrokê ya Fînlandî Bîyolog Pedro Cardoso dibêje guherîna îqlîman, germbûna erdê, dermanên çandinîyê, kujtin û xwarina mirovan balansa xwezayê xirab kiriye, dike û di encamê de perperik/pinpinîk, mûrî, moz, mêşa hingivî, kuleh û kêzikên din yên ku difirin tune dibin. 0.5 ( Nîv) mîlyon cureyên zindîyan dê demeke nêzik de heta heta tune bibin.

Ka nûha bifikirin ew “Xweda”yê ku 2 trilyon cure zindî afirandîne û hinek ji wan cureyan

600 Hezar Pîrepind,

11 Hezar Teyr

50 Hezar Masî

5 Milyon Kêzik

12 Hezar Marîşok / Xuşende

6 Hezar Guhandar in û îroj ji van 6 hezar guhandaran hejmara mirovan bi tenê 7.8 mîlyar in.

Heker em ji van 3.5 milyar salên ku ji ser destpêka jîyanê, mîkroorganîsmaya yekemîn ya ku di wê herîya li binê okyanûsan de destpê bikin û heta îro werin, ka çend lib zindî hatine û çûne?

An jî em pirsê biguherin :

Ew “Xweda”yê ku bi googolplex ê (10)^(10^100), an jî bi Centillîyonan(303 sifir/nîn an deyne rasta 1ê) jîyanan afirandîye û diafirîne…

Çi pêwîstîya wî bi qurbana te, kujtina ajalên xwe ya bi destê mirovan heye?


Zebur / Genesîs

DESTPÊK 22

Ceribandina Îbrahîm
1 Piştî van tiştan Xwedê Îbrahîm ceriband. Xwedê got: «Îbrahîm!»
Îbrahîm got: «Keremke!»

2 Xwedê got: «Kurê xwe yê yekta Îshaqê ku jê hez dikî hilde û here herêma Moriyayê. Li wir, li serê çiyayekî ku ezê ji te re bêjim, wî bike qurbana şewitandinê.»

3 Serê sibê Îbrahîm rabû, kerê xwe kurtan kir, bi du xulam û kurê xwe Îshaq re çû. Wî ji bo qurbana şewitandinê êzing birîn û çû cihê ku Xwedê jê re gotibû.
4 Di roja sisiyan de Îbrahîm serê xwe bilind kir û ew dera ku diçûyê ji dûr ve dît.
5 Wî ji xulamên xwe re got: «Hûn li vir li ba kerê bimînin. Ez û kurik emê herin li dera hanê biperizin û vegerin.»

6 Îbrahîm êzingên ji bo qurbana şewitandinê li milê kurê xwe Îshaq kirin û wî bi xwe jî agir û kêr hilgirtin.

7 Çaxê herdu di rê de diçûn Îshaq ji bavê xwe re got: «Bavo!»
Wî got: «Bêje kurê min!»
Îshaq got: «Agir û êzing hene, lê ka berxê ku tê qurban bikî?»

8 Îbrahîm got: «Kurê min, wê Xwedê berxê ji bo qurbana şewitandinê peyda bike.» Meşa xwe berdewam kirin.

9 Çaxê gihîştin cihê ku Xwedê jê re gotibû, Îbrahîm gorîgehek çêkir û êzing danî ser. Rabû kurê xwe Îshaq girê da û danî ser êzingên gorîgehê.

10 Îbrahîm destê xwe dirêj kir, kêr hilanî ku kurê xwe serjê bike.

11 Lê milyaketê Xudan ji ezmanan gazî wî kir û got: «Îbrahîm, Îbrahîm!»
Îbrahîm got: «Keremke!»

12 Milyaket got: «Dest nede kurik! Tiştekî pê neke. Niha ez dizanim ku tu ji Xwedê ditirsî û te kurê xwe yê yekta jî texsîr nekir.»

13 Îbrahîm serê xwe bilind kir. Dît ku qiloçên beranekî di nav deviyê de asê mane. Rabû çû, beran anî û ew di cihê kurê xwe de kir qurbana şewitandinê.

14 Îbrahîm navê wê derê «Yahwe-Yîre» danî. Heta îro jî dibêjin: «Li Çiyayê Xudan wê bê peydakirin.»

15 Milyaketê Xudan cara diduyan ji ezmên gazî Îbrahîm kir û got:

16 «Gotina Xudan ev e: Ez Xudan, bi navê xwe sond dixwim, ji ber ku te ev yek kir û kurê xwe yê yekta ji min texsîr nekir,
17 ezê te gelekî pîroz bikim. Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan, sêlaka ber deryayê zêde bikim. Wê ziriyeta te bajarên dijminên xwe ji xwe re bikin milk.

18 Bi ziriyeta te, wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin. Çimkî te bi gotina min kir.»

19 Piştre Îbrahîm vegeriya ba xulamên xwe û ew bi hev re zivirîn Bîr-Şevayê. Îbrahîm li Bîr-Şevayê ma.
Kurên Nahor

20 Piştî van tiştan xeberek ji Îbrahîm re hat û gotin: «Mîlkayê ji birayê te Nahor re kur anîn.

21 Kurê pêşî Ûs, birayê wî Bûz, Qemûêlê bavê Aram,

22 Kesed, Hazo, Pîldaş, Yîdlaf û Betûêl.»

23 Betûêl bû bavê Rebeqayê. Mîlkayê ev heşt kur ji birayê Îbrahîm, Nahor re anîn.

24 Cariya Nahor a bi navê Reûma jî, Tevah, Gaham, Tahaş û Maexa anîn.

Jêder : Google, Euronews, Proceedings of the National Academy of Sciences / BBC, Guardian

Wêne : Sacrifice of Isaac
Michelangelo Merisi, detto il Caravaggio (Caravaggio, Milano 1571 – Porto Ercole, Grosseto 1610)

Agahdarîyên li jor ne yên min in, ji min re çi vahîy nehatîye û min bi tenê ji ingîlizî, swedî û tirkî wergerandine.
Ez bi tenê xwedîyê pirsê me ku ji xwe re li bersivekî digerim!

Jîndar Ax
01.08.2020

Back to top button