Kultur

Demeke nêzîk de lîstoka elektroniya Kurdî tê belavkirin

Kompanyayeke Kurdî li Bakûrê Kurdistanê projeyeke mezin ya bi navê (Bêjan) amadekiriye ku ji bo handana zarokên Kurdane ku xwe fêrî zimanê Kurdî bikin û zêdetir kultûra Kurdewarî nas bikin.

Proje ji fîlmê karton û pirtûka fêrkarî û lîstokên zarokan pêktê. Her wiha yekemîn care lîstokeke elektronî bi zimanê Kurdî tê amade kirin. Proje bi awayek hatiye amadekirin ku yarmetiya xelkên biyanî jî dide ku xwe fêrî Kurdî bikin.

Ev proje ji aliyê kompanya Erkam Soft ve hatiye amade kirin ku xwediyê wê Kurde û zêdetirê karmendên wê jî Kurdin. Kompanya li bajarê Batmanê ye, lê belê zêdetirê karên xwe li bajarê Diyarbekirê birêvedibe. Kompanya sala derbasbûyî hatiye damezrandin, lê belê îsal ji aliyê Hikûmeta tirkiyê ve muhleta karkirinê wergirtiye.

Back to top button