Çi mafê Tirka hebê divê ew mafê Kurda jî hebê

Zeynelabidîn Zinar li ser çareseriya pirsa kurd pirsî parlementerê Batmanê Zîwe Ozdemîr bersiv da. Kerembikin hevpeyvîna Zeynelabidîn Zinar li gel parlementerê Ak Partiyê yê bajarê Batmanê Zîwer Ozdemîr çêkirî:
Roja Heştê Gulana 2012an, ez bi xûta hevpeyvîna bi çend parlemanên Kurd ên AK Partiyê re, çûm Enqerê. Piştî ku ez pêrgê dostê xwe parlemanê Êlihê (Batman) rêzdar Zîwer Ozdemîr û parlemanê Diyarbekirê rêzdar Galib Ensarîoglu bûm, min fêm kir ku ne tenê parlemanên Kurd, lê hin parlemanên Turk jî hene ku serê xwe bi pirsgirêka Kurd re diêşînin. Di çar rojan de jimara parleman û du-sê wezîrên ku min hevpeyvîn bi wan re çêkirin geha 38an.
Bi giştî 22 pirsên me ji parlamanan hatine piesîn. Hinek rasterast ez bi wan re peyivîn û min dengê wan qeyd kir, lê çend parlemanên Kurd ku bersiva wan bi zimanê kurdî zehmet bû herweha hinekên Tirk jî ku pirs ji wan hatine kirin, pirsên me jî, bersivên wan jî, bi zimanê tirkî çêbûne.
Yek ji wan parlemanên Kurd ku bi zimanê kurdî bersiva pirsên me daye, rêzdar Zîwer Ozdemir e. Hecî Zîwer parlemanê Êlihê (Batman) ye û ji eşîra Hebizbinîyê ye. Hevpeyvîna pê re jî, roja 08. 05. 2012, saet 17.00, li baxçeyê Parlementoya Tirkiyê/Enqere hatiye kirin.
Zeynelabidîn Zinar/Rojevakurd
Zîwer Ozdemir û Zeynelabidîn Zinar
Zeynelabidîn Zinar: Rêzdar Zîwer Ozdemir, hûn dikarin xwe bidin naskirin.
Zîwer Ozdemir: Ez Zîwer Ozdemir, xelkê Batmanê me. 1965 li Batmanê hatime dinyayê. Bavê min yekî gundî bû, ji aliyê çiyayên Hebizbiniyan bû. Bavê min li Batmanê bazirgantî dikir. Min xwendina xwe ji dibistanê heta blîseyê li Batmanê xwendiye. Piştre min li Zanîngeha Dîcleyê beşa Pîşeyîya Elektrîkê ya Bala xwendiye, piştre jî min beşa endazyariya Elektrîkê xwendiye, min xwendina xwe di 1992an de kuta kiriye. Piştî xwendinê, min di karê rehmetiyê bavê xwe de domandiye. Ez zewicî me, niha pênc zarûkên min hene; sê keç û du kur in.
Min di 1994an de, dest bi siyasetê kiriye. Pêşî min di partiya Refahê de wek endamê komîteya Parêzgeha Êlihê kar kiriye. Dema ev partiya me ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve hate girtin, îcar ez ketim partiya Seadetê. Piştre di 1999an de ez ketin partiya AK Partiyê û ez bûm berendamê şaredariya Batmanê. Piştre ez bûm serokê vê partiyê yê Parêzgehê. Ez di 2011an de jî di hilbijartina giştî de wek parlementerê Batmanê hatime hilbijartin.
Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê pirseke sereke ye. Gelo hûn vê çewa dibînin?
Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê heye û pirsgirêkeke yekemîn e, herweha ev pirsgirêk maka gelek pirsgirêkan e jî. Ev pirsgirêk berî Komara Tirkiyê jî hebûye. Ev Komara Tirkiyê jî, Kurd û Tirkan bi hev re ava kirine. Ev pirsgirêk, ji Zagona 1924an zêdetir bûye; Kurd hatine înkarkirin û ji bo heşifandina Kurdan çi ji destê sîstemê hatiye jî kiriye. Ev polîtîka wilo hatiye domandin. Ji polîtîkaya sîstemê ne tenê Kurd, pir kesan jî û bawermendan jî gelek xisar dîtine, lê xisarê herî zêde Kurdan dîtiye. Lewra zimanê wan, çanda wan hemû tiştê wan hatine qedexekirin û ha wisa ew qedexetî hetanî vê demê jî domandiye.
Li gor baweriya we, dê Hukûmeta AK Partîyê Pirsgirêka Kurd çewa çareser bike?
Destpêka çareseriya pirsgirêka Kurd, ji rehmetî Turgut Ozal (Serokkomarê kevn ê Tirkiyê) dest pê kiriye. Dema ku Ozal serokwezîr bû, hinek rihetî ji bo Kurdan çêbû. Piştî Ozal, niha di dema AK Partiyê de jî ev heq û maf hêdî hêdî ji bo Kurdan derdikevin. Serokwezîrê me rêzdar Receb Teyib Erdogan çend caran jî di axaftinên xwe de behsa van heq û mafên Kurdan kiriye û gotiye: ”Em polîtikaya înkar û asîmîlasyonê red dikin û dixin binê nigên xwe…” Niha pêşveçûnek ji bo mafê mirovan heye. Lê eger tu bêjî ku ev bes e, na ne bes e, kêmayî hene û em gavil gavil dimeşin.
Heta çi redeyê haya we jê heye ku Pirsgirêka Kurd di medyaya kurdî de bi çi rengî tê gotubêjkirin?
Ya rastî haya me zêde ji Medyaya Kurdî tune. Kêmasiya mezin di Medyaya Tirkî de jî ev e ku tenê aliyekî ji xwe re digire û her xeberdanê jî li wê gorê şirove dike. Lê dema ku mirov li Medyaya Tirkiyê temaşe dike, di wê medyayê de hemî tiştên Kurdan tînin bi BDP û PKKê ve girêdidin. Herweha gava dibêjin ”Kurd” jî, tenê BDP tê hişê wan. Di vê meselê de belkî kêmahiya me (AKP) jî heye. Herweha kêmahiya musulmanên Kurd jî heye. Kêmahiya siyasetmedarên ku di BDPê de siyaset dikin jî heye. Lewra dengê wan dernayê, eger derê jî bi hawayekî ku ji bo Medyaya Kurdî bikin nûçe jî çênabe. Ez bawer nakim ku xebera Medyaya Tirkiyê, ji Medyaya Kurdî ya li giştiya dinyayê hebe.
Pêwendiyên we bi parlamenterên BDPê re çewa ye? (Eger baş be) gelo hûn bi hev re Pirsgirêka Kurd gotubêj dikin?
Pêwendiyên me bi awayekî mirovatî bi BDPê re baş in. Eger bi hindikayî be jî, em carinan guftugo bi hin parlementerên BDPê re dikin û suhbeta me çêdibe. Lê dil dixwaze ku ev hawe zêdetir bibe. Ev kar jî, girêdayê bi dîtina me ve ye. BDPyî jî hemû siyaseta xwe tenê danîne ser pirsa Kurdan.
Zîwer Ozdemir li gundek yê Kercewsê li gel gundiyan
Kurd ne tenê li Tirkiyê hene. Li gor baweriya we, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê, divê Kurd wek milet çi bike?
Belê Kurd li herêma Îran, Îraq û Sûriyê hene. Kurd li Ewrûpa, li Emerikayê jî hene. Lê ev pirsgirêka Kurdên Tirkiyê, divê bi firtî, bi insanî gava ku bête dayîn, gelek pirsgirêk ji holê radibin. Ya girîng ev e ku li virê çi mafê Tirkan hebe, çi mafê Kurdan li Ewrûpayê hebe, divê ew maf li Tirkiyê jî ji bo Kurdan hebin. Yanî zimanê Kurdan, çanda wan, urf û adetên wan, rewşa jiyana wan tevek divê bi serbestî çêbin. Lewra ew mafê insanî, fitrî ne. Li Turkiyê Zimanê Kurdî bi salan qedexe bû, kesî nikaribû bi wî zimanî binivîsanda, yan stiraneka xwe bigota. Kurdan nikaribû şînên xwe bi wî zimanî bikirina. Li gor baweriya min gava ev maf ji bo Kurdan hebin, pirsgirêk jî ji holê radibin.
Li gor we, divê destûra nû ya Tirkiyê, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd çewa be?
Divê em vê yekê jibîr nekin ku di dîrokê de ew hemû tiştên xirab ku Kurdan dîtiye, em niha ne tenê wan bidin ber çavên xwe, lê divê em wan hemî tiştên ku rûdane û di mejiyên me de biparêzin. Divê em niha pêşiya xwe rind bibînin. Çi dema yekî gavilekî (erênî) avêt, em jî destek bidinê.
Binerin li dinyayê mafê mirovan di hemû dewletên dinyayê de, tenê di nava demokrasiyê de heye. Ew demokrasî jî li Tirkiyê li dora 70-80 salî ye ku tenê wek nav hebû, ango demokrasiya Tirkiyê bi nav bû, ew mafê ku diviya ji insanan re hebûya hemû qedexe kiribûn.
Li ser Turkiyê wesayetek (zext û bar) hebû, ew bar jî Kemalîzm bû, zexta leşkerî hebû, zexta Hêza Kûr hebû. Halê hazir ew zext û bar êdî radibin; hesab ji her kesê ku bêrêtî kirine tê pirsîn. 1980, 12ê Êlûnê, ew Cuntaya Leşkerî, ew îşkence, ew zextên giran, ew kesên ku ji aliyê Cuntayê ve hatine kuştin, halê hazir îro ji bo wan kiryaran hesab ji wan (cuntaciyan) tê pirsîn. Ya girîng ev e, kê çi kiribe wê di demokrasyê de hesab bide. Ew hawe eger bê domandin, wê Turkiye pir berepêş here û wê Kurdên Tirkiyê jî berepêş herin.
Li gor baweriya we, wê statuya kurdan bi çi rengî di destûra nû ya Tirkiyê de cih bigire?
Di baweriya min de, statuya hemû miletên ku li Tirkiyê dijîn, wê di vê Zagona Bingehîn de cih bigire. Mesela weke ku di nav Yekîtiya Ewrûpayê de heye ku dibêjin ”yerelyonetimler” (desthelatiyên herêmî) dê çêbibe.
Berê hemû tiştên ji seranserê Tirkiyê tev dihatin Enqerê û çend kes li ser maseyekê rûdiniştin û biryar li serê didan. Ev hawe ne ji bo herêma me (Bakûrê Kurdistanê) tenê dibû, ji bo hemû herêmên Tirkiyê her wilo çêdibû. Lê belê ji ber ku ew kesên li ser masê bûn, rind bi rewşa herêman nizanibûn, îcar wan xeletî û niheqî pir dikirin. Niha divê ew biryarên ku li Enqerê dihatin dayîn, êdî divê desthelatdarên herêman biryar bidin. Divê statuyeke wilo li Tirkiyê çêbibe ku her milet xwe li cihê xwe îdare bike. Meclisên (parmento) wan (herêman) hebin, yên wek ”Il Genel Meclisi” (Meclisa Şaredariyê ya Giştî), ”Belediye Meclisi” (Meclisa Belediyê” biryarên xwe bi xwe bidin. Niha di komisyonan de haziriya derxistina zagoneke din jî tê kirin ku xizmet tev li cihê xwe bêtin kirin (ne li Enqerê). Yanî ew plan, ew program bêtin kirin. Ew statuyên ku xekl xwe bi xwe xwe idare bike çêbibin.
Ev e deh sal in ku AK Partî li Tirkiyê desthelat e. AK Partî di vê dehsaliya xwe de jî pir zagon guhertin û dixwazin pir xalên zagonê yên din jî biguherin. Lê her cara ku xalên zagonê diguhertin jî, dîsa kêmayî diman. Çima kêmayî? Ji ber ku gava yekî (partiyên dijber) wê xala zagonî bibirina Anayasa Mahkemesîyê (Dangeha Makzagonî), ew zagon yan xala zagonê dê betal bikira. Lewra di nîqaşa wê zagonê de dijberiya Makzagonîyê dihate gotin. Ji ber van sedeman ên dixwestin (yanî AKP) ku wan zagonan derxin jî, berepaş gavil diavêtin. Yanî felsefeya wê Zagona Bingehîn a 1980yî, felsefeyeke destpotî ye. Yanî tu çiqas bêjî ku ez ê bi zagonan wê buguherînim, ne mimkun e.
Divê li Tirkiyê zagoneke bingehîn a medenî çêbibe ku her kes xwe tê de bibîne û Kurd jî xwe tê de bibînin. Yanî her kes bibêje ku ev Zagona Bingehîn a min e jî, keda min jî ketiye navê, ji ber ku mafên min jî di vê de hatine parastin. Eger Zagona Bingehîn wisan çêbibe, hingê wê her kes xwedîtî lê bike. Ha Zagoneke Bingehîn a wilo lazim e ku piranetî, demokratî û bi felsefeyeka medenî çêbibe. Di mercên dinyaya îro de, divê Zagona Bingehîn wisa çêbe. Helbet di vê Zagona Bingehîn de, di serê pêşî de divê mafê Kurdan jî hatibe misogerkirin. Lê ne mafê Kurdan tenê, divê yê her kesî tê de hebe ku ferqa Turk, Kurd, Laz, Çerkez, Elman, Ingilîz û gwd ji hev nemîne. Yanî em dibêjin ”Insan Odakli” (ango bi mirovperwertî) be.
Eve 9-10 sal in ku AK-Partî li desthelatiyê ye. Li gor we heta niha çi tiştê pêwist ji bo Kurdan kiriye?
Hinek dibêjin ku AK Partîyê tenê xizmeta TRT6 û ew Mekteba li Zanîngeha Mêrdînê ji bo Kurdan kiriye, ne rast e. Ez dibêjim ku TRT6 sembolîk e, yanî zimanê kurdî li Tirkiyê qedexe bû, lê îro em vê kêm dibînin û dibêjin ku ev ne bes e. Lê gava ku tu li berî deh salan bifikirî û li îro jî bifikirî, gelek tişt ji bo Kurdan hatine kirin. AK Partiyê pir tiştên din jî, ji bo Kurdan kiriye. Yanî eger em hinekan rêz bikin:
1- Qedexetiya zimên ji holê rabûye.
2- Weşana Kurdî çêdibe wek pirtûk, rojname, kovar, malperên Internetê û gwd.
3- Gelek televizyon bi kurdî weşanê dikin.
4- Medyaya Kurdî bi awayekî xurt pêşkêş dibe.
5- Li mekteban jî ne tenê li Zanîngeha Mêrdînê, li çend zanîngehên din jî dersên kurdî têne kirin weke Zanîngeha Mûş, Bîngol, Tuncelî/Dêrsim.
6- Berî du mehan me bi rektorê Zanîngeha Batmanê re xeberda, me got: ”Çima hûn dersên zimanê Kurdî venakin?” Piştî vê xeberdana me, komisyona senatoya Zanîngeha Batmanê civîn kiriye û biryara dersên kurdî hatiye wergirtin. Pişre, ji xwe di YOKê de pirsgirêk namîne.
Ev tiştên ku hatin gotin, tenê ev têr nakin. Li virê di mesela aboriyê de jî pêveçûn çêbûye. Mesela, dema ku tu diçi gondên Konya, Antalya û Stenbolê, tê dîtin ku riyên gundên wan tev qîrûziftkirî ne, niha riyên gundên Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê jî bûne qîrûzift. Li gundên wan (Tirkan) av hebe, niha li gundên me (Kurdan) jî av heye. Li gundên wan ceyran hebe, li yên me jî heye. Li gundên wan Internet hebe, niha li gundên me jî Internet heye. Heta ez di hinek waran de dibînim ku rewşa gelek gundên me, ji yên wan li pêştir e jî.
Çima ev xizmet niha li herêma Kurdan hene?
Ji ber ku di wê dema komarê de, ne tenê zimanê kurdî qedexe bû, gelek tiştên din jî wek xizmet, bazirganî, her tişt li Kurdan hatibûne qedexkirin. Ji aliyekî ve jî ihmal dikirin. Lê belê desthelatiya AK Partiyê, di van deh salên desthelatiya xwe de ev tişt hemû ji holê rakirin. Heta ji vê yekê jî zêdetir li herêma me ”pozitif ayrimcilik” (Destekdana ji ya herêmên din zêdetir) heye.
Halê hazir li herêma me ya Kurdistaniyê, ew despotizma Kemalizmê ku anîbû wirê, weke ”sikiyonetim” (Idara Leşkerî) hebû, dîsa me dît ku Olaganustuhal (Rewşa Awarte) hebû, mirov nikaribûn bi hev re bi kurdî xeberdin, AK Partiyê ev hemû rakirin. Gava dayikek biçûna serdana kurê xwe yê di girîgehê de, ji ber ku dayîk tenê bi kurdî dizanibû, nikaribû bi kurê xwe re xeberda, tenê wê û kurê xwe li hev dimeyizandin. AK Partiyê ev jî ji holê rakir.
Ev tiştên ku hatin gotin ma tenê bes in, em dibêjin na, ne bes in, divê hêj pir tiştên din jî hene ku bêtin kirin.
Ozdemir li malekî hevwelatiya
Hun pêşeroja Tirkiye û çareserkirina Pirsgirêka Kurd çewa dinirxînin?
Pêşeroja Tirkiyê, ewên ku dibêjin bi Pirsgirêka Kurd xitimiye rast gotine, eynî wilo ye. Eger em karibin wê pirsgirêkê ji pêşiya Tirkiyê rakin, Turkiye li herêma xwe jî û li dinyayê jê, hem bi aboriya xwe, hem bi siyaseta xwe, tu kes nikare pêşî lê bigire. Çimkî nufûsa Tirkiyê, nifûseke cuwan e. Bipêşveçûna vê nifûsa cuwan, xasma di perwerdehiyê de zahf berepêş diçe. Di hesinçetiyê (sanayi) de, bipêşveçûn pir heye. Tirkiye di siyaseta navnetewî de jî, xwediyê xeberdanê ye, eger ev Pirsgirêka Kurd çareser bibe… Lê eger ev pirsgirêk ji holê ranebe, Tirkiye nikare gavilekî jî berepêş here.
Sîstema demokrasiyê pir xweş e. Gelo heta Pirsgirêka Kurd çareser nebe, hûn bawer dikin ku wê demokrasiyeke rasteqîne li Tirkiye têkeve jiyanê?
Na, min ne bawer e. Çimkî me emrê xwe ev e 45-46 sal di vê meselê de bihurand. Me ew dem dîtin, ne tenê em, dinyayê jî dît, li Tirkiyê her kesî jî dît. Heta ku Pirsgirêka Kurd ji holê ranebe, demokrasiyeke tam jî nayê Tirkiyê.
Li gor dîtina we, wê doza Ergenekon û Balyozê heta kuderê here?
Ev doza Ergenekon û Balyozê heta ku neçe aliyê Firat wî alîyê din jî, yanî eger neçe herêma me jî, li vê derê (li Tirkiyê) kêm û nîvrê dimîne. Lê bila her kes ji vê yekê êmin be, doza Ergenekon û Balyozê heta kuderê eger lazim be, wê here.
Yanî em dibêjin demokrasî… Lê eger di demokrasiyê de jî kê tiştek (sûc) kiribe, divê hebabê wî tiştî bide. Di vê meselê de yên ji bo ku demokrasî neyê vî welatî çi mucadele kiribin, çi pîlan û program çêkiribin, çi mirov hatibin kuştin, çi mirov hatibin wendakirin, çi kes hatibin mexdûrkirin, divê hesab ji wan bête pirsîn. Lê ev hesab ne tenê li aliyê Anadoliyê (Turkiye), gerek e li aliyê Firêt ê din jî (Bakûrê Kurdistanê) bête pirsîn.
Tê gotin ku Ergenekona Kurdan jî heye. Hûn di vê derbarê de dikarin çi bêjin?
Min berî hina behsa vê meselê kir; çewa Ergenekona Tirkan hebe, Ergenekona Kurdan jî heye.
Li Tirkiyê ev mirovên ku dijîn, em tev di nava hevûdu de ne. Eger Ergenekon li Stenbolê hebe, ew Ergenekon li Batmanê jî heye û li Diyarbekirê jî heye. Yanî eger li virê Balyoz Hereketî çêbibe, divê li wirê (Bakûrê Kurdistanê) jî çêbibe.
Roja 28ê Sibata 1997an, ew tevgera ku yeko yeko mirovan digiritin, mirovan fîş (nîşan) dikirin, digotin ku filankes nimêj dike, yan jî serê pîreka filankes girtiye, yan jî ev kesê hanê Quran dixwîne û digotin ku zarûkên filankes diçin Îmam-Xetîbê û gava li Stenbolê xelkê fîş (nîşan) dikirin, eynî ew kes û ew fîşkirin li Batmanê jî dikirin, li Wanê jî dikirin û li Antalyayê jî dikirin.
Ev Ergenekona Kurdan, çendî ku destekeka mezin ji Kurdan dîtiye jî, lê dîsa li ser navê Tirkan hatiye kirin. Tu vê çewa dinirxînî?
Di pirsa Ergenekonê de divê em sebir bikin. Gelê Tirkiyê, yê Kurd jî û yê Tirk jî, gava em 80 salan didin ber çavên xwe, me pir sebir kiriye, lê di van deh salê dawiyê de jî divê em hinekî sebir bikin û em çendsaline din jî sebir bikin. Ev xebat hin bi hin dikeve riya xwe, hin bi hin pêşiya wan kiryarên xirab jî tê girtin.
Ez ji te re weha bêjim, tu jî berê li Batmanê dimayî, wê dema berî 1980yî bêguman ji min çêtir tê bîra te, eskerek an bekçiyek dema dihat taxekê yan gundekî, dikaribû her tiştî bikira û kesî jî nikaribû dengê xwe derxista. Lê belê niha ew kesên ku navmila wan zahf qalind û pehn bûye, yeko yeko hesab ji wan tê pirsîn.
Bi rastî li Tirkiyê şoreşeke pir mezin tê kirin, lê pir bi bêdengî dimeşe û di nava mercên hiqûqê de, di nava mercên demokrasiyê de berepêş diçe. Divê em piçekî din jî sebir bikin. Wê Tirkiye zêdetir xweş bibe, wê bibe wek Ewrûpayê.
Tê gotin ku wê AK Partî, partiyeke kurdî ava bike? Ev yek çiqas rast e?
Li gor riwayetan, ya rastî yanî partiyeke kurdî li Tirkiyê AK Partî bi xwe ye. Partiya ku herî zêde parlementerên Kurd tê de ne, AK Partî ye. Partiya ku di hilbijartinan de herî zêde dengê Kurdan digire, AK Partî ye. AK Partî hem partiyeke kurdî ye, hem partiyeke tirkî te, yanî partiya hemî kesên li Tirkiyê ye. Yanî wilo partiyeke kurdî ku bête avakirin niha ihtiyac tune. Ev jî heye, ya rastî di demokrasiyan de gerek e her reng jî bêtin temsîlkirin. Em wek AK Partî ne li dij in ku partiyeke oldar jî, yeke li gora ol û mezheban jî, li gor rewşa jiyanê jî ku were vekirin. Eger partiyeke wisan were vekirin, divê bi awayekî pir azad jî têkeve hilbijartinan û fikr û ramanên xwe jî di nava xelkê de bibêje. Lê divê ku şidet û zorî çênebe.
Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd Serokwezîr stratejiyeke nû eşkere kiriye. Hûn vê yekê çewa dinirxînin?
Stratejiyeke baş e û serkeftî ye, em ê lê mêze bikin…
Heta PKK dest ji çek bernede û operasyon ranewestin, dê çewa Pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin?
Me berê jî behs kir ku Pirsgirêka Kurd pirsa PKKê ye, xeletiyeke zahf mezin e. Çimkî Pirsgirêka Kurd berî PKKê jî hebû, gava PKK heye jî ew pirsgirêk heye, eger PKK ji holê rabe jî dîsa wê Pirsgirêka Kurd hebe. Gava em bêjin her pirsgirêk PKK ye, xeletiyeke zor-zahf mezin e û niheqiyeke pir mezin jî li Kurdan tê kirin. Çimkî gerek e em Pirsgirêka Kurd cuda deynin cihekî, pirsgirêka PKKê jî cuda deynin cihekî.
Eger hat û PKK dest ji çek berneda, hûn wek hikûmeta AK Partiyê helwesta we ji bo Pirsgirêka Kurd dê bibe çi?
PKK hebe jî û tune be jî, divê ev Pirsgirêka Kurd bête çareserkirin. AK Partî nabêje ku eger PKK hebe, ez Pirsgirêka Kurd çareser nakim, dibêje pirsgirêka PKKê hebe jî û tune be jî, ez ê Pirsgirêka Kurd çareser bikim.
Hûn pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê, çewa dinirxînin?
Tirkiye û Herêma Kurdistanê, wek du cîranên hevûdu ne, têkiliyên xizmane hene, gerek e pêwendiyên wan bi mirovatî bin, gerek e pêwendiyên bazirganî jî berdewam bin çi bi Îraqê re û çi jî bi Herêma Kurdistanê re.
Ev pirsgirêka PKKê ya li Tirkiyê, li herêma Kurdistanê jî eynî pirsgirêk e û berdewam e jî. Ez bawer dikim Herêma Kurdistanê jî ji wê pirsgirêkê nerihet e. Ji ber ku aramî di nava Îraqê de jî hêj nehatiye bicihkirin, sergêjiyên wan (Hêma Kurdistanê) di wî aliyî de jî hene.
Ev pêwendiyên erênî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, li Tirkiyê dê çi bandor li çareseriya Pirsgirêka Kurd bikin?
Wê bandoreke erênî bikin.
Di baweriya we de Turkiye çiqas nêzê Yekîtiya Ewrûpayê bûye?
Sal 2002 gava AK Partî li Tirkiyê hatiye desthelatiyê, ji bo Yekîtiya Ewrûpayê û têkiliyên pê re, ew daxwazên ku digotin wek iqtîsadî, mirovatî, Tirkiye pir bi pêş ve çûye. Ji ber wan daxwazên Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiye jî pir bi pêş ve çûye. Bi wan yasayên Yekîtiya Ewrûpayê ku li Tirkiyê hatin tetbîqkirin, hem destê Hikûmetê jî xurt kir û ew yasayên Yekîtiya Ewrûpayê jî di Parlemana Tirkiyê de jî derbas bûn. Ji ber van sedeman bipêşveçûneke pir mezin çûbûye. Yanî di van deh salan de, feyda wan yasayên Yekîtiya Ewrûpayê, ji Tirkiyeyê re pir çêbûye. Lê ew yasa di hin deveran de hatin rawestandin, ew yek jî piçek ji Ewrûpayê çêbû.
Carina tê gotin: AK Partî naxwaze ku Tirkiye têkeve nêv Yekîtiya Ewrûpayê, ne rast e. Çimkî di destûra Hikûmetê de her tişt li ser Yekîtiya Awrûpayê hatiye avakirin, ji ber wilo, ew gavil bi paş ve nayên avêtin. Lê dem bi dem hin tişt têne sekinandin. Mesela hin caran li Frensa, li Elmanya li û hin deverên din hin tişt çêdibin, hingê Yekîtiya Ewrûpayê jî dixwaze têkiliyên wê û Tirkiyê giran herin.
Li ser vê derbarê hin caran Serokwezîrê me jî dibêje: Ne şert e ku em ilahim têkevin nêv Yekîtiya Ewrûpayê. Lê amaca me ev e ku em mercên Yekîtiya Ewrûpayê bi mafê mirovan, bi dewlemendiya mirovan, hem bipêşveçûna mirovan ji Yekîtiya Ewrûpayê zêdetir berepêş herin. Li ser van bingehan, AK Partî di nava deh salan de aboriya Tirkiyê li dinyayê gehandiye radeya 16an. Hedefeka AK Partiyê ya din jî ev e ku Tirkiye di 1923an de ango di Sedsaliya Komarê de têkeve nêv van dewletên ku aboriya wan herî baş e, ew jî dewletên G8 in. Bêguman eger li welatekî aborî tune be, azadî jî tune.
Kurdên Kurdistana Îraq û yên Kurdistana Sûriyê, berê tev hemwelatiyên Imperatoriya Osmanî bûne. Sedemeki ku îro ew û Turkiyeya Komarî ji hev dûr bimînin çi ye?
Kurdên ku niha li Îran, Îraq, Sûriye, Rûsya, Ewrûpa û gelek welatên din ku dijîn, ji kurdên Tirkiyê pêşdetir in. Niha kurdên Turkiyê bi kurdên Îran, Îraq û Sûriyê re nayên qiyaskirin.
Rind tê bîra min, wextê ku bav û kalên me behs dikirin, gelek tişt ji Sûriyeya ku di binê destên Frensayê de bû, dihatin nava me. Lê belê niha ew Kurdên li Sûrî ku berê pêşketî bûn, niha hemwelatiya wan tune. Li Îraqê bi dehsalan Kurd di binê dîktatoriya Sedam de perçiqîn û bi sedhezaran hatine şehîdkirin. Bi hezaran gundên Kurdan hatine rûxandin. Ev hawe demekê li Kurdên Tirkiyê jî rûda, gundên me jî hatin xirabkirin, hatin şewitandin.
Demek berê komisyoneke ku partiya me (AKP) ji pênc kesan damezirandiye, ez jî di navê de me, em li Sêrt, Mêrdî û Batmanê digeriyan, serokê komisyona me pirsî: ”Çima li çolên vê herêmê dar nînin?” Min gotê: ”Dema mirov seyahetnameya Ewliya Çelebî dixwîne, dibêje ji Cizîra Botan heta Amedê tev bi darên Berûyan vegirtî bû. Ha wisa sihorek ji Cizîrê heta Amedê dikaribû li ser daran hilqevêze û nekeve erdê.” Min gotê: ”Çiyayên me tev hatine şewitandin.”
Lê belê ez li Kurdistana Îraqê pêrgê kurdekî Sûrî bûm ku 20 sal di girtîgehê de mabû. Heta deh salan jî malbata wî nizanibû ku ew li kurê ye.
Lê belê Tirkiye, her çiqas demokrasiya wê ne weke ku em dixwazin be jî, lê ew kultura demokrasiyê niha li Tirkiyê berdema e.
Halê hazir di dinyay îro de, dema dewletek niheqî li hemwelatiyên xwe bike, mafê dewletên demokrat heye ku alîkariya wan hemwelatiyan bikin. Çendî ku Turkiyeya Komarî îro mîratxura Împeretoriya Osmanî ye, divê li kurdên derveyê sînorê xwe jî, li hemû xelkên ku berê hemwelatiyên Osmanî bûn xwedîtî bike. Lê belê niha Turkiye ne di cihekî wilo de ye.
Çewa ku tê zanîn, di 1514an de peymanek bi navê PEYMANA AMASYAYÊ di navbera Mewlana Idrîs Bedlîsî û Selîmê ku piştre bûye Sultan de hatiye îmzekirin. Ev peyman li ser biratiya Kurd û Tirk bûye. Gelo peymaneke wisa di pêşerojê de dîsa ne mimkun e ku di navbera Kurd û Tirk de çêbibe?
Ew peyman mimkun e, ew peyman di Anayasayê (Zagona Bingehîn) de mimkun e ku çêbibe. Niha ji bo Anayasayeka sifîl û demokrat ku li Tirkiyê ji aliyê her çar partiyên ku di parmanê de ne bête avakirin, partiya desthelatiyê jî hina xwediya 336 parlemanan e, çêdibe. Ji bo vê yekê serokê parlemanê maf daye her partiyeke di parlemanê de ku sê kesên xwe têxin komisyona Anayasayê (Zagona Bingehîn) û li jimara kêm û zêde ya partiyan nefikiye.
Amac ji vê ev e ku di 1514an de ew peymaan ku di navbera Mewlana Idrîs Bedlîsî û Siltan Selîm de hatiye kirin, ev Anayasa jî yek ji wê peymanê ye. Çimkî di wê peymanê de Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ereb û Elewî, Sunî, Yezîdî û Asûrî, yên li Tirkiyê çibin, em dixwazin ku ev peyman (Zagona Bingehîn ya nû) di navbera tevan de çêbibe. Yanî eger em karibin vê Anayasayê derbas bikin, ev Anayasa dê ji wê Peymana Amasyayê xweştir çêbibe.
Gotineke we ya taybet heye ku hûn dixwazin li ser Pirsgirêka Kurd an wekî din bibêjin?
Bi teybetî Pirsgirêka Kurd me di vê suhbeta xwe de anî zimên. Em bêjin ev Pirsgirêka Kurd weke ku ev ”lutf”eke mezin e ku li Kurdan dikin, na ne wisan e. Yanî ew mafê ku Xwedê teala daye Kurdan, divê pêşî ew maf hebe bo Kurdan. Yanî li Tirkiyê hinek şovenîst, faşîst, ew nijadperestên ku ji wan re dibêjin ”kafatasçi” ew ne tê de, her kes gehaye vê baweriyê ku mafê mirovatî divê hebe. Ev ne ew mesele ye ku bazar li serê bêtin kirin.
Lê wekî din jî, li Turkiyê xwîna mirovan tê rijandin; çewa dayikên Kurd digirîn, dayikên Tirk jî digirîn. Divê kuştina mirovan ji holê rabe. Pir kes dibêjin Aştî. Lê wilo hatiye ku dema hinek dibêjin Aştî, herwekî dibêjin şer û kuştina mirovan… Ew peyva Aştiyê hewqas ku bêguneh e, li ser wekhevîtî û biratiyê ye, niha ji holê rakirine. Wisan çêbûye, dema behsa aştiyê tê kirin, wisa tê hişê mirov ku wê dîsa hinek bêtin kuştin. Amaca me, daxwaza me tevan ev e ku ev hawe ji holê rabin.
Bêguman ev dinya, pirî ku Xwedê ew mezin afirandiye, têra me hemiyan dike, eger bi mirovatî be cihê me tevan tê de heye. Xweşiyên ku Xwedê dane, têra me tevan dikin.
Dema mirov li Çînê dinihêre, li wirê milyarek û nîv mirov dijîn. Li Hindistanî milyarek û kusur hene. Li Tirkiyê tevek 74 milyon hene. Lê biqasê ku xwîn li Tirkiyê tê rijandin, li wan welatan hewqas nayê rijandin. Hedefa me 74 milyon mirov divê yek be, ew jî însanetî.
Em li virê behsa misilmantiyê nakin. Gava em dibêjin bi insanetî, eger em wisa tevbigerin, sergêjiyên me ji holê radibin.
Zeynelabidîn Zinar: Spas ji bo cenabê te.
Zîwer Ozdemir: Ez jî spas dikim.
Rojevakurd Taybet