Dosya

Çi biçînî, tê wê hilînî

  1. Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din?-Hemû miletên cîhanê nûnerên wan hene, ji bo helbijartina li Tirkiyê û Kurdistana bakur kî karibe ji bo mafên Kurd xebatê bike û rahêje vî barî, gerek e Kurd dengên xwe bidine wan. 2- Eger nexêr çima deng ne din?-Di nerîna min de, heger vê carê Kurd bixwazin hinek ji mafên xwe bi dest bixin, gerek e bi merc dakevin helbijartinê, ji wan merca:1- Pêdiviye rejîma Tirk şerê xwe li dijî miletê Kurd li bakur û başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê rawestîne, û leşkerên xwe ji van perçeyan bikşîne.2- Hemû girtiyên Tirk û Kurd yên ji bo bîr û baweriyên xwe yên ramyarî û rêzanî hatine girtin, serbest bêne berdan.3- Rewşa awarte li seranserî Tirkiyê û Kurdistaa bakur bête rakirin,ev daxwaz û merc berî helbijartinan ji rejîma Tirk berjewendiya miletê Kurd û Tirk diparêze, ji ber ku di şer de ziyan dighêje herdû miletan.
  2. Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?-Ev helbijartin ji aliyê rejîma Erdoxan ve revek bi pêşde ye, aloziyên di Tirkiyê de hiştin, ku serûk komar Erdoxan vê biryara helbijartina bi lez û pêşdem bistîne, herweha ev heb..ne ji bo rawestandina şer e li Tirkiyeyê û her sê perçê Kurdistanê, dibe bandoreke pir hestiyar li ser pirsa kurdî bike, ji ber ku rejîma AKP bingehên wêrankirina Tirkiyên û Kurdistanê datîne, û pişta wî ji hemû dewletên serekê di cîhanê de rast e, ku wê ti fort û tepeserkirinê li wî û rejîma wî nekin, di vir de mafên miletê Tirk û Kurd û hemû pêkhatiyê li Tirkyeyê têtin çewisandin.3- Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Min ne bawere, ji ber ku tu çi biçînî, tê wê hilînî.Ta niha ti nîşanên çareseriya pirsa kurdî li Tirkiyeyê û Kurdistana bakur ne diyar e.heger bijarteyên Tirk û Kurd vegerin peymanên xwe yên berî 2011 û wan bicîh bînin, wê çaxê di rêka aşîtiyê de ew dikarin çandeke nûjen di nav vî welatî de ji bo vê çareserkirina vê pirsê pêş ve bibin.Pirsa maf û doz û ya welatan ne tenê bi şer têtin çareserkirin, helbet gelek rêk û şêweyên din jî hene.Ligel silavên germ yê birayê weBawerê Omerî14.06.2018z – 2630k

 

Back to top button