Polîtîk

CHP ji bo çi pişgiriya pêvajoyê nake

Kiliçdaroglu bi derhênêrên giştî yê weşanê re di taştê de hat bahev û derbarê pêvajoya aştiyê de agahî da. Kiliçdaroglu bertekên ku ji ber polîtikayên CHPê hatibûn nîşan dayîn jî bersivand.

Kiliçdaroglu di civînê de da zanîn ku ji bo piştgiriyê nedin pêvajoya çareseriyê jî çar sedemê wan hene. Kiliçdaroglu ew sedem jî eşkere kir û wiha got: ‘‘Sedema yekemîn ev e ku em derbarê pêvajoyê de bê agahine. Gelo em ê çawa beşdarî pêvajoyeka ku em nizanin bibin. Em nikarin berpirsiyariya serencameka ku derbarê vê de tu agahiyên me tuneye bigrin serxwe.’’

Sedema duyemîn ev e ku ji serî de Serokwezîr û siyasetmedarên AK Partiyê yê ku derbarê pêvajoyê de daxuyani didin hemû dibêjin ku bi Ocalan re danustandin nekirine û pêvajo bi awayekî baş dimeşe. Ger ku pêvajo bi awayekî baş dimeşe çima AK Partî dixwaze CHPê jî beşdarî vê pêvajoyê bike?

Sedema seyemîn ew e ku AK Partî ji bêhiquqiya xwe re meşruiyetê dixwaze. Daxwaza AK Partiyê ew e ku ji bo dema biserneket partiyek din sucdar bike .

Sedema dawiyê jî ew e ku CHPê piştgiriyê dide hemû gavên mayinde yên ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd tên avêtin. Lêbelê hewceye ku ev pêvajoya çareseriyê bi awayekî baş bimeşe.

Kiliçdaroglu got derbarê pêvajoya çareseriyê de qîsawetên me hene. Bi tenê bêdengbûna çekan ne bese. 

Back to top button