ÇEWTIYA ÇÎROKBÊJ Û YA LÊKOLÎNERAN

Di van 20 salên dawiyê de, derfetên mezin ji bo Kurdên Bakûrê Kurdistanê derketine holê ku lêkolîn li berhemên Çanda Kurdî bikin. 

Herweha piştî Cuntaya Faşîst a 1980yî ku bi hezaran Kurdên Bakûr reviyan derva û li welatên cuda bi cih bûne, saziyên çandî avakirine û dest bi nivîsandina Zimanê Kurdî kirine. Herweha dest bi lêkolînên li ser berhemên Çanda Kurdî jî pir kirine û gelek weşanxaneyên kulturî avakirine, bi hezaran pirtûkên bi kurdiya kurmancî û bi tîpên latênî weşandine. Jixwe bêhejmar kovar û rojname jî weşandine û têne weşandin.

Bêguman jixwe hêj di dema Yektiya Sovyetan de, rewşenbîrên Kurd ên li wirê xizmeteke bêhempa ji bo Çanda Kurdî kirine. Hêjayê pesndayînê ye ku xebata wan, bi avzêrê di Mêjûya Kurdî de bête nivîsandin.

Di dawiya Sedsala Bîstî de, lêkolîna li Çanda Kurdî di nava Kurdên Bakûr de, bawer dikim pêşî min xebateke bi rêkûpên kiriye.

Cara pêşî, di 1963-64an de min dest bi nivîsandina Zimanê Kurdî, lê bi tîpên erebî kiriye. Di wan deman de min du pirtûkên Bi Zimanê Kurdî û du jî yên bi Zimanê Erebî wek nivîsende nivîsîne. 

Ji ber ku ez hêz piçûk bûm, bavê min ez fêrê nivîsandinê kirime û bi navê ”meşq” ders daya min. Di wan deman de zêdetir min helbest dinivîsandin. 

Lê ji dawiya 1984an heta niha, xebata min bi rêkûpk berdewam bûye: Heta niha min 1.710 perçe Folklora Kurdî bi dest xistine, bi tevayî jî 129 pirtûkên min ên bi kurmanciya latênî hatine weşandin (tenê yek ji wan bi zimanê tirkî ye).

Lêkolîna min bi taybetî ya li ser berhemên Folklora kurdî, 12 sal domandiye. Çewa li jorê jî hatiye gotin, min  ew 1.710 perçe berhemên folklorî di deh cildên XWENÇEyê de weşandin. 

PIRSA SEREKE EV E:

Gelo çi şaşî û çewtî di wan lêkolînên min de çêbûne?

. Çend roj berê ciwanekî Kurd bi navê Ehmed Subaşî ku li Zaningeha Çewlikê Beşa Kurdî dixwîne, ev pirsa hanê ji min pirsî: 

”…ez dixwazim qala pirsgirêkên metodolojiya berhevkariya çîrokên kurdî bikim…”

Bi rastî pirsa wî ciwanê me, ez daxistim nav gerrîneka lêkolînan ku çima heta niha kesî behsa çewtiyên ku di lêkolînan de bûne nekiriye? Ji min re bû pirsgirêk. Herweha çima kesî behsa çewtiyên çîrokbêjan jî nekiriye ku di gotina çîrokan de çewtiyên mezin dikin?

Berî ku têketim nava sergêjî û çewtiya lêkolîner û çîrokbêjan, dixwazim hinek behsa Folklora Kurdî û Hawayên lêkolînê bikim:

BABETÊN DI FOLKLORA KURDÎ DE

Bi kurtî ger bête gotin, Folklora Kurdî adana jiyana Çanda Kurdî ye. Babetên vê adanê ku di wan duwazdeh salên lêkolîna min de hatine bidestxistin bi kurtî wek sernav ev in li jêrê:

  1. Gotinên Pêşiyan

02- Kilam û Stiran:  

03- Heyranok 

04- Dîlok 

05- Bacî  (Lawik li ser keçikê dibêje)

06- Lawik (keçik li ser lawik dibêje)

07- Payîzok (di karê payîzê de tên gotin)

08- Meselok.  

09- Pêkenok.   

10- Leqemok  (davêjin hevudu). 

11- Lawij/lawje.

13- Xweşbêje.  

14- Mamik.

15- BWÊJ/biwêj 

16- Şîret û Nesîhet.

17- Serpêhatî: 

18- Çîrok

17- Çîrvanok.

GIRINGIYA LÊKOLÎNÊ

Giringiya lêkolîna li Çand û Toreya Kurdî ji ber vê hindê ye ku ev rewşa xirab ya ku Kurd tê de dijîn, wisa kiriye ku xuyê civata Kurd hatiye guhartin, xasma jî tîna xwe zêdetir li nivşên nûhatî kiriye û wisa bûye ku ew bûne biyaniyên ziman û Toreya Kurdî.

Divê ku rewşenbîrên Kurd, LÊKOLÎN Û LÊGERÎNEKE BERFIREH LI HEMÛ HERÊMÊN KURDISTANÊ û LI HIN BAJARÊN DERVEYÊ KURDISTANÊ YÊN KURD LÊ DIJÎN, BIKIN Û LI HEYÎNÊN TOREYA KURDÎ û LI ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ BIGERIN; TIŞTÊN KEVNARE Û BERMAYÊN TOREYÎ, YÊN WEK KLASÎKÊN KURDÎ, BERHEMÊN DESTNIVÎS, PEYV Û ŞÊWEYÊN CUDA YÊN ZIMÊN, HEMÛ TEXLÎT, ŞAX  Û AWAYÊN FOLKLORÎ, HEMÛ CÛRE  Û TEWRÊN JIYANA CIVAKÎ û hwd  BERHEV BIKIN Û BINIVÎSIN. GIRANÎYA XWE ZÊDETIR BIDIN SER BERHEVKIRINA ÇÎROKÊN FOLKLORA KURDÎ, XASMA JÎ YÊN RAWILAN Û WEK PIRTÛK JI BO ZARÛKAN AMADE BIKE. 

Xebatên wisa eger bi hindikî be jî, wê pêşiya helandin û pişaftina Kurdan asteng bike; wê ziman û çanda kurdî jî bêne parastin û  dewlemendiyeke mezin  ji Kurdan re derdikeve holê.

Berî lêkolînê, divê ew kesê lêkolîn dike, şaxê lêkolîna xwe bipeyitîne û hêj dest bi lêkolîna xwe bike. Dema li nava xelkê bigere, hemû tiştên ku bi dev têne gotin qeyd bike, belge û materyalên nivîskî berhev bike. 

Mesela: Eger yek li ser çîroka folklorî lêkolîn bike, di nava vê lêkolînê de lêkolîna tiştekî din neke û tenê li pey çîrokê here. 

Lê eger ji nişka ve tiştekî balkêş derket holê, li ba xwe navnîşana wî tiştî binivîse û bihêle careke din, heta ku lêkolîna li çîrokê gihand encamê. 

Eger ew kes li zimanê paqij, peyv û bêjeyên kevnar û hebûna tiştên toreyî digerî, li van deverên ha yên li jêrê bigere û têkilî bi van kesan re deyne:

1- Kesên ku bi koka xwe ji Medreseyên Kurdî hatine. Ev e hezar sal in ku medreseyên Kurdî bi zimanê kurdî ders daye û Toreya Kurdî bi cih aniye.

2- Li herêmên çiya, li nava kal û pîrên Kurd ên ku zêde neketine ber şapeya asîmîlasyonê.

Divê lêkolîne tu carê zorî nede kal û pîran û nebêje ”tu vî tiştî dizanî yan nizanî?” Tenê wan bide xeberdan û bila çîrok bêje, yan meselok, serpêhatî û wekî din bibêje. 

3- Têkilî bi wan Kurdan re deynin ku zimanên biyaniyan nexwendine.

Ew kurdên ku neçûne dibistan û xwendingehan. Herweha ew Kurdên ku herêma wan zêde neketiye binê asîmîlasyona biyaniyan.

4- Li nava Kurdên Zerdeştî û Êzîdî bigere.

Ji ber ku ev herdu cîn Kurd, ol û ayînên xwe bi zimanê kurdî dikin. Herweha ew zêdetir bi toreya Kurdî ve girêdayî mane û bêje û gotinên kevnare li nava wan peyda dibin.

5- Li nava hemwelatiyên ne bisilman bigerin.

Hemwelatiyên Ermen û Suryan, ji ber ku ne bisilman in, herweha ev e bi sedê salan e ku di nava kurdan de dijîn, ew ji kurdên bisilman çêtir zimanê kurdî dizanin û Toreya kurdî bi cih tînin. Herweha Kurd ên Fileh û Cihû jî pêzanên Çanda Kurdî ne. 

Berî destpêka lêkolînê, divê bi alîkariya hin dezgeh û kesên xuyanî bête peyîtandin ka li kijan herêma welêt û li kîjan bajar û gundî, ev kesên hanê hene:

– Kesên ku Medreseyên Kurdî xwendine

– Kalemêr û pîrejinên Kurd ên ku zêde neketine ber şapeya asîmîlasyonê.

– Kurdên ku zimanên biyanî nexwendine.

– Kurdên Zerdeştî û Êzîdî.

– Hemwelatiyên ne bisilamn

Piştî dever û herêma ku ew kes lê rûdinin hatin peyitandin, îcar lêkolîn pir hêsan dibe. 

Berî destpêka lêkolînê, divê ku rewşa psîkolojî û ya civakî ya wê devera ku dê lêkolîn lê bête kirin, ji aliyê lêkolînerî ve rind bête zanîn. Ha li wê gorê, lazim e lêkolîner jî xwe têxe kirasê wan kesên ku dê here têkilî bi wan re deyne û li wê gorê bilipike. 

Wek mînak: 

– Gava lêkolîner here gundan, divê bedlê cuwan û qerewat bi kar neynî. 

– Ew devera lêkolîner lê digere, eger ne bisilman bin, divê rêz ji ola wan re re bigirî. 

– Eger çûna lêkolînerî bi teqsiyan be, divê teqsiyên cuwan bi kar neyne. 

DI LÊKOLÎNÊ DE EV KAR BÊTIN KIRIN

  1- Berhevkirina Peyvên kurdî (yên hemû zaravayan- amadekirina ferhengê)

2- Berhevkirina Biwêjên kurdî

  3- Berhevkirina Gotinên Pêşiyan

4- Berhevkirina Stiranên kurdî

5- Berhevkirina Meselok û metelokên kurdî

6- Berhevkirina Pêkenokên kurdî

7- Berhevkirina Leqemokên kurdî

8- Berhevkirina Şîret û Nesîhetên kurdî

9- Berhevkirina Serpêhatîyên kurdî

10- Berhevkirina Çîrokên Folklora Kurdî

    (Çîrokên rawilan, çîrokên têkel, çîrokên kurt û dirêj, çîrvanok)

11- Li kîjan herêmê, kîjan zarava heye û di nava vî zaravayî de çend devokên cuda hene?

12- Di nava zimanê tirkî, erebê û farisî de, biwêj û meselokên kurdî bêne peyîtandin û dîsa wan vegerînin ser koka wan. 

13- Karekter û rewşa jiyana eşîrên Kurdan. Herweha sedem çi ye ku eşîrên Kurd wisa bi hêsanî mezheb û zaravayên xwe diguherînin?

14- Çima li hin herêman eşîr nînin, kurd bûne xelk? Û rewşa jiyana wan a civakî û tiştê ku ew di jiyana xwe de jê hes dikin. 

15- Kurd bê dewlet bûne jî, xwe heta niha wek milet parastine? Sedemê vê yekê çi bû?

16- Kurd di zewaca keç û xortan de, hilbijartineke çewan dikin?

17- Kurd di baweriya xwe ya olî de, çima bi hêsanî têne xapandin? Çima kurdên olperest nijada xwe naparêzin?

18- Sedemê yekemîn çi ye ku hertim Kurd şerê hevûdu dikin? Dema şer, gelş û sergêjî di nava kurdan de derdikevin, Kurd dixwazin ku çareserî bi kîjan riyê bête kirin? 

19- Çi tişt dikare Kurdan bi hevudu ve girêbide û hiskirina wan ji hev re zêdetir bike?

20- Eger hin kes an grûb, li dij desthelatiya kurdî  hebin, mirov bi çi metodê dikare wan bide bawerkirin ku ew şaş in? Kedîkirina mirovên xirab bi çi hawayî çêdibe? Û gwd.

LÊKOLÎNA LI HUNER Û FENTEZIYAN 

Ji lêkolîna li van 20 xalên li jorê zêdetir, tiştê ku ziman û çanda mirov pê xurttir dibe, lêkolîna li van 3 xalên li jêrêr ye ku nivîsandina wan pir girîng e û ziman pê berfireh dibe û berepêş diçe. 

1- Lêkolîna li hunera zêde ku bi hin kesan re heye.

Hin kesên nexwendî hene ku bi xwedîkirina heywanan re, di nava jîngehê de jiyana xwe didomînin. Îcar wisa bûye ku ew kesên wisa bi tecrûbe û serpêhatîyên xwe, fêrî zimanê piraniya heywanên kovî bûne, navê piraniya herêm û deveranên xwezayê dizanin, navê piraniya stêran dizanin û rewşa erd û asîman rind fêm dikin.

2- Lêkolîna li fenteziyên derdemî

Hin kes hene ku hin caran fentezî û xeyalên wisa derdemî diafirînin ku ne aqil wan tiştan dipejirîne û ne jî ew tişt dikevin ber çembera mejiyê mirovan. Îcar dema ku mirov bwan bide xeberdan û dengê wan bigire şerîtê û piştre binivîse, di warê vêjeyî de dewlemendiyeke pir mezin derdikeve holê. 

3- Lêkolîna li xewnan

Hin kes hene ku xewnên pir xerîb, yên ecêb û bi sosret dibînin. Çi dema rastlêhatin li kesên wisa bibe, wan xewnan binivîsin. 

LÊKOLÎNA LI WERGER û TÎPGUHAZTINÊ:

Şaxekî bi pêşxistin û dewlemendtirkirina Zimanê Kurdî jî, girêdayê bi wergera klasîkên cihanê ve ye. 

1- Wergera Klasîkên Biyanî bi Zimanê Kurdî.

Ji bo ku zimanê kurdî zû bigîje sawiya zimanên bipêşketî, divê ku gelek pirtûkên dinyayê yên klasîk wergerin zimanê kurdî. Gelek welatên bipêşketî hene ku îro xwediyê gelek berhemên klasîk ên dewlemend in. Weke Frensa, Ingiliz, Rus, Çîn, Grek û hwd. Ew berhem divê zûtirîn dem wergerin zimanê kurdî. 

2- Veguhaztina berhemên kurdî ji elîfbêtika erebî bi alfabeya Latênî.

Îro gelek berhemên kurdî yên hêja hene ku bi alfabeya erebî hatine nivîsandin. Lê mixabin 30 milyon Kurd sûd jê wernagirin. Lazim e ew bêne veguhaztin bi alfaneya Latênî. 

3- Divê serpêhatî werin berhev bikin. 

Lewra hin serpêhatîyên evînî hene ku serpêhatiya Mem û Zînê û ya Siyabend û Xecê li ber wan ji aliyê vêjeyî ve lawaz dimînin.

4- Gotinên Pêşiyan berhev bikin û şiroveya wan a di nava xelkê de, binivîsin.

5- Gotin û bêje û termên kurdî berhev bikin.

6- Divê lêkolîn li ser gelşa alfabeyê jî bête kirin. Niha sê alfabe di nava Kurdan de tên bikaranîn. 

Ji ber ku Kurd wek nijad Arî ne û zimanê kurdî jî Hindoewrûpi ye. Ji bilî 3-4 miletên ji vê nijadê ku elîfbêtika erebî bi kar tînin, miletên din hemû alfabeya latênî bi kar tînin. 

Ji vê jî zêdetir, Kurd wek netewe divê zû xwe bigehîne cîhana medenî. Ew rê jî bi baweriya min tenê Alfabeya Latênî ye. 

Eger niha nivîseke soranî, ku bi alfabeya latênî were nivîsandin, kurdên kurmanc û kirdkî bi hêsanî dikarin bixwînin. Lê ne mimkun e ji niha û şûnde ku 30 milyon kurdên Bakûr xwe fêrê alîfbêtika erebî bikin. 

LÊKOLÎN Û LÊKOLÎNER

Lêkolîner dema lêkolîn li ser berhemên Folklora Kurdî dike, pişî divê ew di pîşeya xwe de zana, gehaştî û xwedanê tecrûbeyan de. Herweha divê amûrên teknîkî yên xwe hebin û tekûz bin. 

Dema bixwaze here ba çîrobêjekî, divê pêşî bi riya nasekî here. Yanena, çîrokbêj bersiveke erênî nade lêkolînerî.

Piştî ku bi riya nasekî, xwe gehand çîrobêjî, dema çîrokbêj çîrok dibêje, divê lêkolîner hiç axaftina wî ranewestîne, lê divê qelem û defter di destan de bin û peyvên ku ne zelal bin, yan naverokeke ku fêm neke, binivîse û piştre ji çîrokbêjî bipirse.

Dema ku lêkolîner wê çîrokê dinivîse, divê bi alfabeya kurdî binivîse. Ji ber ku di van demên dawîn de teknîk berepêş çûye û di destê her kesî de telefon û computer hene, lê mixabin di gelek ji wan de alfabeya kurdî tune.

Herweha dema ku lêkolîner çîrokê dinivîse, peyvên çîrokbêj çewa hatibin gotin, divê eyni wisa binivîse. Lê eger di nava peyvên çîrobêjî de çewtiyên beloq hebin, divê dîsa binivîse lê higê mafê lêkolînerî heye ku li têbiniyê dîtina xwe li serê eşkere bike.

Dema lêkolîner wê çîrokê diweşîne, divê navê xwe wek ”amadekar” an ”berhevkar” li serê binivîse.

Eger kêmasî di van kiryaran de çêbibin, kêmasiya lêkolînerî ye. 

ÇEWTIYÊN ÇÎROKBÊJAN

Bêguman çewtiyên çîrokbêjan jî, mîna yên lêkolîneran çêdibin.

Çîrokbêjên Kurd, li gor demê tewrê gotina çîrokên xwe diguherînin û bi tewrekî din dibêjin. Tiştên ku têkiliya xwe bi folklorê ve tune jî, dixin navê û dibêjin. 

Ez çendî ku niha jî lêkolîn li berhemên folklorî dikim û min di 1984an de jî çîrok ji devê pir kesan wergirtine, lê belê rewşa jiyanê û pêşketina teknêkî guhertineke mezin xistine nava çîrokbêjan. 

Minak: Hetanî sala 2005-2008an jî, dema çîrokbêjan çîrok digotin, hîç behsa telefon û computer û bûjenên elektronîk di çîrokan de nedikirin. Lê min di van demên dawîn de çîrokek bi dest xist, tê de behsa telefonê jî hatiye kirin.

Eger guhertin ketibe çîrokan û dema pisporên heşifandinê ku  lêkolîn li ser çîrokên ku di serê Sedsala 20 û yên di serê Sedsala 21ê de hatine gotin bikin, rind wê zanibin ku pileya heşifandina li ser Neteweyê Kurd di kîjan salan de zêdetir bilind û nizm bûye.

RASTIYA ÇÎROK Û ÇÎRVANOKÊ

Li virê bê ku navê kesan diyar bikim, çewtiyên min jî tê de, hem behsa çewtiyên lêkolîneran û hem jî behsa çewtiyên çîrokbêjan bi kurtî bînim bira xwendevanan. Bi hêviya ku ciwanên Kurd ên lêkolîner, zêdetir li serê rawestin û çewtiyên heyî, hem jî çewtiyên ku di pêş de derkevin holê sererast bikin.

Divê ku ev yek jî bê gotin:

Çîrokên Folklora Kurdî, du şaxê xwe hene.

Çewa ku li jorê jî hatiye gotin, yek bi navê ÇÎROK e, ya din jî ÇÎRVANOK e.

Çîrok: Rastiyeke xwe ya bingehîn heye û li ser rûdaneke rastiyê derketiye holê. Lê di nava demê de pirî hatiye gotin û dubare bûye, di nava xelkê de belav bûye, ha wisa tê de nav, cih û mêjûya rûdanê wenda bûne. Piştî ku rewş weha dibe, îcan navê wê bûye Çîroka Folklorî. 

Çîroka Folklorî jî çend şaxên wê yên cuda hene. Çend ji wan ev in li jêrêr:

    a) Çîrokên Rawilan (fabil).  

    b) Çrokên Mirovan.

    c) Çîrokên Têkel.

    d) Çîrokên Kurt.

    e) Çîrokên Dirêj.

Min di lêkolîna xwe de 370 çêrok berhev kirine.

Çîravanok: Rastiya xwe tune, tev fentezî û derdemî ne. Lê edebiyateke pir xweş, dewlmend û ciwan di wan de heye.

Ev babetên çîrokan, pir berfireh, kûr û xweşnak e. Dema meriv dikeve navê, destê meriv jê nabe. 

Berî ez dawî li nivîsa xwe bînim, dixwazim bibêjim: Çi neteweyê ku zimanê xwe neparêze û li gor toreya xwe nelipike, ew netewe di ber mirine de ye.

Herweha çi neteweyê ku folklora wî tune be, ew netewe goristaneke bê kelik e. Le eger folklora wî hebe û xwedîtî li folklora xwe neke, ew netewe goristaneke bi kelik e. 

Yanî neteweyê bê tore û bê folklor, her mirî ye û warê wî jî her goristan e. 

Lê eger ew netewe xwedîtî li tore û folklora xwe bike, hinge ew gulistaneke şên e û di renge deryayeke be kevî û bê binî de ye.

13/ 12/ 2020

Zeynelabididn Zinar

[email protected]

Nerîna min :