Çekdarên PYDê mafê jiyanê nadin ENKSê .Ji berî du rojan ofisa sekreteriya giştî ya ENKSê li bajarê Qamişlo hatibû vekirin. Lê hêja du roj sere derbasnebûyîn, cardin çekdarên PYDê û êrîşê li ser ofisa ENKSê kirin. Ofis girtin û 11 nûner û berpirsarên ENKS girtin û li gel xwe birin.Girtin û vekirina ofisên partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bûye wek pirsek rojane. Her care vekirin û girtina cih û warên ENKSê û partiyên di nava ENKSê de dibe babetê nûçeyan.Lê ev rewş û helwesta çeteyên çekdar li Kurdistana Rojava li dijê partî û aliyên siyasî bi awayek pêwist nayê nirxandin.Ne tenê li Qamişlo yan jî li Kurdistana Rojava , dive li herî deverên Kurdistanê ev helwesta faşîzan ya çeteyên PYDê bête şermezar kirin.Heta ku kurd bi parti û dezgeheên xwe yên siyasî û demokratik helwesta pêwist û zelal li himberê kiryarên PYDê negrin, dê ev kiryarên qirêj berdewambin.