Cîhan

Amerika amadebûna midexeleya Suriye dike

DYA hêzên xwe li ser tixûbê Başûrê Suriye cih dike. Li gora agahdariyên medya cîhanî, Amerika  nêzikî 5000 eskerên xwe li ser tixûbê Urdin û Suriye cih kiriye. Herweha 500 eskerên Britanya jî li deverê cih bûne.Li devera ku hêzên Amerika û Britanî lê cih bûne DAÎŞ tuneye. Te nirxandin ku ev hêzên hanê ji bo midaxeleyek li Suriye bikin û herweha ji bo parastina Israil li herêmêne.Li gor ajansa Al Masdar, dê ev hêzên hanê li gel Artêşa Azad a Suriye li deverê bilivin.Ev hêzên hanê li Kuneytra,Dera,Suweyda cih bûne. Herweha Al Masdar dibêje ku, dê hêzên Amerikî di navbera Golan û Isral de jê bi cih bibin.Ev nûçeya hanê ji aliyê wezîrê derve yê Suriye Veli Muallim ve jî hatiye serastkirin.

Back to top button