CENTCOMê li ser vekişîna ji Tenefê daxuyanî da

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku 11ê Sibata 2026an, hêzên wî welatî bi awayekî birêxistinkirî ji baregeha leşkerî ya Tenefê ya li Sûriyeyê vekişiyan.
Ev gav di çarçoveya pêvajoya “veguhestin û guherînên hêza hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ya ji bo nehiştina DAIŞê” de hatiye avêtin.
Ev biryar li ser bingeha nirxandina rewşa li qadê hatiye amadekirin.
Koalîsyona ku ji sala 2014an ve ji aliyê CENTCOMê ve hatiye avakirin, erkê şêwirmendî, alîkarî û xurtkirina hêzên hevbeş ên herêmê girtiye ser milên xwe da ku DAIŞê têk bibin.
Ev biryar piştî wê yekê tê ku meha Nîsana 2025an, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihandibû ku artêşa Amerîkayê dest bi kêmkirina baregehên xwe yên li nav axa Sûriyeyê dike.
DAIŞ sala 2019an ji aliyê cografî ve bi temamî têk çûbû.
Peyama fermandarê CENTCOMê
Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper got,”Hêzên Amerîkayê dê her tim ji bo bersivdayîna her gefa DAIŞê ya li herêmê amade bin.
Em her wiha piştgiriya hewildanên hevbeş ên hevpeymanên xwe dikin da ku rê li ber xurtbûna wê rêxistinê bigirin.”
Cooper teqez kir ku domandina zextên li ser DAIŞê ya ji bo parastina axa Amerîkayê û xurtkirina ewlehiya herêmê karekî bingehîn e.


