PolîtîkRojev

Çend biryarên girîng ji hukumeta Kurdistanê

Roja 6ê Nîsana 2022yan bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê birêve çû.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, kurteyek derbarê serdana hefteya borî ya şanda Herêma Kurdistanê bo Îmarata Erebî û beşdarîkirina li Forma Enerjiyê ya Cîhanî û Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubay û civîn û hevdîtinên ligel rayedarên payebilind ên Îmaratê û rayedarên welatan di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ji aliyê Serokwezîr ve hat pêşkêşkirin.

Di hevdîtin û civînan de helwesta Herêma Kurdistanê li ser guhertin û pêşhateyên Iraq û navçe û cîhanê, bi taybetî derfetên pêşxistina sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê, herwiha protokolek li ser hevfêmkirina ligel dewleta Îmaratê hat îmzekirin ji bo pêşvebirina şiyana mirovî û pêşxistina saziyên Hikûmeta Herêmê û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftina Îmaratê di warê hikûmeta elektronîk û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de.

Herwiha di civîna îro ya Encûmena Wezîran de behsa rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê hat kirin û tekezî li ser karê ewil û niha yê hikûmetê hat kirin, dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, ji vî alî ve jî, ti car Hikûmeta Herêmê xebata li ser dayîna mûçeyan di dema xwe de, texsîr nake.

Piştî pêşkêşkirina datayên li ser dahata petrol û dahata navxwe ya wezaret û saziyên Herêma Kurdistanê di meha Adara borî de, Encûmena Wezîran biryar da bi raspardina Wezareta Darayî û Aborî bi destpêkirina dayîna mûçeyên meha Adarê di roja yekşemê 10ê Nîsanê de.

Di beşa duyem a civînê de gotûbêj derbarê amadekariyên Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna guhertinên aboriyê yên çaverêkirî yên şerê Rûsya û Ukraynayê de hat kirin, bi taybetî di warê hawirdekirina genim û berhem û pêwîstiyên sereke yên xorakan, Encûmena Wezîran tekezî li girîngiya amadekariya aliyên pêwendîdar ên hikûmetê kiriye ji bo pêkanîna rêkarên pêwîst ji bo dabînkirina pêwîstiyên sereke yên xorakan, da ku bargiraniya tunebûna berhemên xorakan yan giranbûna wan li ser welatiyan dirust nebe.

Ji bo vê jî, Encûmena Wezîran pêşniyara wezaret û aliyên pêwendîdar pesend kir derbarê rakirina gumrigê bo 2 mehan li ser berhem û pêwîstiyên sereke yên xorakan, weke; ard, birinc, zeyta xwarinê, rûnê cemidandî yê giya û ajalan, çaya reş, şekir, nok, nîsk, baqle, lobya, fasûlye, şîrê zarokan bi hemû cûreyên xwe ve.

Di heman demê de Encûmena Wezîran tekez jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseta xwe ya piştevanîkirina berhemên navxweyî jî didomîne.

Back to top button