Celal Talebanî û Evdillah Gul: Nerînên şaş…

 
 
Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Iraqê (YNKê) Celal Talebanî, ji bo Zîrveya Hevkariya Aborî li Stenbolê bû. Nûçevanê NTVê û rojnamevan û nivîskar Mete Çubukçu bi Celal Talebanî re hevpeyvînek çêkir. Wek tê zanîn Mete Çubukçû Iraqê, Dewleta Federe ya Kurdistanê, serokatiya kurdan, Celal Talebanî û Serokdewleta Kurdistanê Mesud Berzanî ji nêzik de nas dike.

Serîlêdana Celal Talebanî ya Tirkiyeyê di demeke taybet de pêk hat. Lewra dema Celal Talebanû beriya bê Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê “pirsa kurd” hem bi germî û hem jî bi aliyên nû ve dihat minaqeşe kirin. Li Tirkiyeyê pêşniyara BDPê ya “jiyana bi du zimanî” û “Kurdistana xweser ya demokrat” di rojevê de bû.

Hikumet jî û BDPê jî, ji Celal Talebanî xwediyê hêvî bûn. BDPê dixwest ku Celal Talebanî di navbeyna wan û hikumetê de bibe navbeynçî. Hikumetê jî dixwest ku Celal Talenbanî li hemberî BDPê û pirsa kurd “bi kar bîne”.

Di van şertên taybet de nûçevan û rojnamavan Mete Çubukçu, bi Celal Talebanî re hevpeyvînek pêk anî. Celal Talebanî, di vê hevpeyvînê de, li ser gelek mijaran reyên xwe diyar kir. Talebanî, pêşketinên dawîn ên li Tirkiyeyê yên di derbarê zimanê kurdî û şerê çekdar de jî nirxand û diyar kir ku ew amade ye ceribandinên xwe bi Tirkiyeyê re parve bike.

Serokê kurd Celal Talebanî da zanîn ku zimanên cuda dewlemendiyê bi xwe re tînin û domand “li Iraqê pirzimanî kultûra me dewlemend dike. Li hemû dinyayê mînakên bi vî rengî hene. Li seranserê cîhanê li 76 dewletan sîstema federalî heye. Ev jî tê wateya demokrasiya zêdetir. Ziman, ji bo serxwebûna aliyan a ji hev dibe alîkar. Ezmûna me bi vî rengî bû. Her wiha zimanê Kurdî (soranî) li Iraqê ji sala 1932’yê ve ye wek zimanê fermî tê qebûlkirin. Divê êdî çek ji meydanê bêne rakirin…”

Talebanî, di heman dem de diyar kir ku ew projeya Hikumeta Tirk ya “pêşîvekirinê” destek dike: “Di prensîbê de ji bo danîna çekan li hev kirine (Qesit dewelet û hikumet e-ÎG). Lê diviya şert û mercên wê bêne duristkirin. Wekî nasîna ziman û çanda kurdî. Heta Ocalan jî dibêje, şerê çekdarî bes e. Lê diviya ev yek bête pêkanîn. Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de amade ne her alîkariyê bidinê.” (NTV)

Ev nerînên Celal Talebanî ji Evdillah Gul hat pirsîn, wî, gelek bi ecizî diyar kir ku “pirsa kurd pirsa Tirkiyeyê ya hundirî ye û Tirkiyeyê di hundirê xwede encama niqaşan dê çareser bike. Divê ji derve mudaxele jê re nayê kirin.”

Nerînên Serokkomarê Tirkiyeyê ji Celal Talebanî re bersîvek vekirî bû. Lê gelek rastiyeke gelek eşkere heye û serokkomarê Tirk jî baş dizane ku “pirsa kurd” bes pirsa Tirkiyeyê nîn e, di heman dem de pirsa Îranê, Suriyeyê, Iraqê ye jî. Lewra Kurdistan di destê çar dewletan de parçe bûye û welatekî metîngehkar/kolonî ye. “Pirsa kurd” pirseke Rojhelata Navîn û navneteweyî ye. Loma jî her kes xwediyê maf e ku li ser qise bike û ji bona çareseriyê pêşniyarên xwe pêşkêş bike.

Celal Talebanî, Serokkomarê Iraqê û serokekî kurd e. Ew jî xwediyê maf e ku nerînên xwe di derbarê “pirsa kurd” de bîne ser zimên.

Li aliyê din Tirkiye, dema berjewendiya wan dixwaze, ji yên dervayî xwe re dibêjin ku “mudaxeleyî pirs û pirsgirêkên me” nekin. Lê dema berjewendiya wan jî xwest, ji desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê alîkarî dixwazin. Ji wê girîngtir jî, Tirkiyeyê dema “pirsa kurd” li İraqê û li Îranê û li Suriyeyê hatiye rojevê her dem mudaxele kiriye. Heta tiştekî eşkere heye ku Tirkiyeyê li hemberî tevgera rizgarîxwaz ya kurd her demê bûye xwediyê siyaseteke klasîk ya dijmin. Dema ku gelê kurd ji bona azadî û rizgariya xwe li Iraqê û li Îranê û li Suriyeyê gavek avêtiyê û tevgeriyayê, Tirkiye, li dij derketiye. Tirkiye ji bona ku Otonomiya Başurê Kurdistanê di sala 1975-an de bê rûxandin ji Hikumeta Faşîst û Kolonyalîst ya Iraqê re pişgirî kiriye, ji Peymana Cezayîr re gotiye erê.

Tirkiye, di sala 2003-an de ji bona ku rejîma faşîst ya baasî û seddamî nayê ruxandin, xebat kiriye. Piştî hilweşandina rejîma baasî jî, xebat û mudaxele kiriye ku li Iraqê sîstema federal ava nebe û Kurdistan nebe herêmeke federe. Dema ku li Iraqê di sala 2005-an de sîstema federal encama referandumê hat pejirandin û avakirin, ew car jî ji bona ku Kerkûk encama referandumê bi Herêma Federe ya Kurdistanê re naye girêdan mudaxele kir û xebat kir.

Di van mehên dawî de, di hilbijartina giştî ya Iraqê de, ji bona ku sunî û hevalbendên wan bi serkefin xebat kir û dîsa di avakirina hikumeta Iraqê de ji bona sunî bibin hikumetê hewil da û li dijî serokkomaritra Celal Talebanî derketin.

Li Herêma Federe ya Kurdistanê bi hêzên xwe yên taybet, di vê qonaxê de jî tevlihevî dikin.

Gelo çima Tirkiyeyê xwe li Iraqê û li îranê û li Suriyeyê xwedî mafê mudaxeleyê dibîne, lê li dijî mudexaleya dewletên din, Celal Talebanî derdikeve? Ew helwesteke dû rû û emperyal e. Divê ew helwesta Tirkiyeyê bê rexne kirin û li dij bê derketin.

*****

Celal Talebanî bi rojnamevana Hurriyetê Cansu Çamlibelê re jî hevpevînek pêk anî. Ev hevpeyvîna di 25. 12. 2010-an de di Hurriyetê de hat çap kirin. Ev hevpeyvîna jî gelek balkêş e. Celal Talebanî di vê hevpeyvînê de hem nerînên şaş tîne ser zimên û hem jî di pirsa Kerkûkê de qerardar xuya nake.

Celal Talebanî jî, diecibîne ku Hikumeta Tirk beriya hilbijartinê nikare di derbarê pirsa kurd de gav bavêje. Vê yekê gorı kîjan faktê diparêze, ev ne diyar e. Li aliyê din Celal Talebanî diyar dike ku li Tirkiyeyê bi zimanê kurdî perwerdeyî xwestin û di karûxebatên kamuyê û dewletê de kurdî bi kar anîn, bê wext e.

Lê ew jî baş dizane ku bi zimanê zikmakî perwerdeyî û zimanê kurdî li her derê bi kar anîn, mafekî mitlak û xwezayî ye. Ji bona vê bi zimanê kurdî perwerdayî xwestin her dem wext e. Lê Dewleta Tirk ev mafê neteweya kurd xesip kiriye.

Tiştê gelek xerab ew e ku Celal Talebanî di çareseriya “pirsa kurd” de li Tirkiyeyê sîstema federal makul nabîne.

Rojnamevanê Hurriyetê dipirse: “Li welatê we Kurd xwediyê modela federe ne. Hûn vê modelê ji bona Tirkiyeyê jî wek çareseriyekê dinirxînin, an na?”. Celal Talebanî diyar dike ku “Na, na… Di navbeyna Kurdistana Iraqê/Iraqê û Tirkiyeyê de ferqeke mezin heye. Tirkiye xwediyê şert û zurufên taybet e, em xwediyê şertên taybet in. Pirsa Kurd li Tirkiyeyê ji pirsa kurd ya Iraqê cûda ye. Wek tê bîra we, sîstema federal li Tirkiyeyê, ji aliyê rehmetî Ozal de hatibû rojevê. Lê modela wî ya federal, modela taybet ya Elmanyayê bû. Yanî di vê modelê de sîstema federal li ser bingeha etnikî/neteweyî nebû.”

Ev nerîna Celal Talebanî şaş e. Di navbeyna şertên Iraqê û Tirkiyeyê de ferqeke mezin tune ye. Di dema rejîma sedam de ji bona ku hikumetê nedixwest, sıstema federal pêk nedihat, mafên kurdan nedihatin nas kirin. Piştî ku rejîma seddam ya faşîst û kolonyalîst hilweşiya, neteweya ereb dev ji kolonyalîzmê berda, mafên kurdan nas kir, pejirandin ku du milet ji aliyê maf de wekhevûdu bin, sîstema federal ava bû. Ev rastiya ji bona Tirkiyeyê jî derbas dibe. Pirsa girîng ew e ku Tirkiyeyê dev ji kolonyalîzmê berde, neteweya kurd nas bike, neteweya kurd ji aliyé mafên kolektîf, siyasî, îdarî, çandî de wek hev bin.

Celal Telabanî, di hevpeyvîna xwe de, di pirsa Kerkûkê de siyaseta desthilatdarî û Hikumeta Kurdistanê, xala destûra Iraqa Federal ya di derbarê Kerkûkê de vekirî napêrezê. Di heman dem de nerînên serokê Kurdistanê Birêz Berzanî di derbarê Kerkûkê de ku di Kongreya 13-emîn a PDKê de anîne ser zimên jî, şaş şirove dike. Ew jî helwesteke gelek balkêş e. Ev helwesta derdixe holê û tîne bîra mirov ku Celal Talebanî li Kerkûkê sîstema Belçîqayê ya Brukselê diparêze û ne bi nerîna fermî ya desthilatdariya kurd re ye.

Îbrahîm GUÇLU

[email protected]

Amed, 26. 12. 2010

Nerîna min :