Cîhan

N.Barzanî xelata mezin a Koreya Başûr wergirt

Li gora nûçeya KTV, Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ku, tevî hevjîna xwe Xatûn Nebîle Barzanî serdana Koreya Başûr kiribû, îro xelata herî mezin a vê welatî wergirt.

Ev xelata han ku, xelata herî mezin ya Koreya Başûre bi tenê ji wan kesan re tê dayîn ku, di warê Dîplomatîkî û siyasî de karîne xizmeteke baş bi Koreya Başûr û peyvendiyên vê yên bi welatên din re bikin.

Lewre Nêçîrvan Barzanî jî weke kesek ku, di vê warê de hewl daye ku, peyvendiyên Bexda, Hewlêr û Seûl bihêz bibin, bi biryareke Dewleta Koreya Başûr îro Serokê vê welatî ev xelata han pêşkeşî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kir.

Back to top button