Şampiyona tenisê li Hewlêrê ye

Biryarê di meha bê de Şampiyona Cîhanê ya Tenisa Sermasê ya Nûgihayan (Table tenis) li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bê lidarxistin.
Table tennis
Serokê Yekîtiya Iraqê ya Tenisa Sermasê Kazim Xezael ji AKnewsê re ragihand, “Heta niha 8 welatên bi awayekî fermî beşdariya xwe di wê şampyonê de nîşandane.”

Xezael aşkere kir ku welatên Libnan, Behrên, Sûriye, Misir, Îran, Nijeriya, Swêd û Sri Lanka bi razîbûna xwe ya fermî ji bo beşdarî kirin di şampiyonayê de dane destê Yekîtiya Iraqê ya Tenisa û her wiha Fransayê bi devkî razîbûna xwe pêşandaye.

Xezael bal kişand ku Şampiyona ya Cîhanê ya Tenisa Sermasê ya Nûgihayan dê di 26-29 Rêbendana sala bê bi hevkariya Wezareta Kultûr û Lawan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêve biçe.

Nûçe: eş
Wergêr: hm

Nerîna min :