Cîhan

Balyozê Amerîka li Tirkiye hat kifş kirin

Serokê Amerîka Obama balyozê Amerîka yê Tirkiye tayîn kir. Li gora fermana ku Obama derxistî  Francis Joseph Ricciardone bû balyozê Amerîka li Tirkiye.

Eve demek bû ku senatoya Amerîka erê nada tayînkirina Ricciardone. Lê Obama desthilatdariya xwe kar anî û Ricciardone wek balyozê Amerîka li Enqere tayîn kir.

Ricciardone dîplometek li Rojhilata Navî nase. Taybetî di derbarê Tirkiye û Iraqê de xwedî zanyariye heta wek pisporek yê van welatan tê zanîn. Ricciardone ji berî niha jî li Tirkiye kar kiriye û demek dirîj li Tirkiye maye. Ricciardone zimanê Tirkî û Erebîjî baş dizane.

Back to top button