Gul li Diyarbekirê ye

Gul li Diyarbekirê ye. Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul, ji bo serdanekî du rojan çû Diyarbekir. Ji berî serdana Gul, li Enqere civîna konseya ewlekariya netewî  pêkhat û di daxuyaniya civînê de cardin wek caran  gotin“ yek ziman, yek dewlet û yek al“ piştî vê daxuyaniya konseya ewlekariyê naveroka serdana Gul  gelekî  girîntir dibe.

Gul li firokxaneya Diyarbekirê ji aliyê, parêzgehê Diyarbekir û serokê şeredariya Diyarbekir Osman Baydemîr, serokê zanîngeha Dicle û fermandarê hêzên leşkerî yê Diyarbekirê ve hate pêşewazîkirin.

Gul wek serokkomarên heta niha serdana Diyarbekir kirîn li xaniyê leşkeran de namîne û dê li otelekî bimîne. Herweha  wê hevdîtinek taybet li gel serokê şeredariyê bike. Wek din dê Gul tevlî hinek çelakiyan bibe.

Nerîna min :