Polîtîk

Çêkirina Monomentek bo Helbeceyê li Holendayê

Nêçîrvan Barzanî  serokwezîrê Kurdistanê, îro roja çarşemiyê  20.02.2013ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî  li şandeyeke hikûmeta Holendayê ya bi serokatiya xatûn Renê Cones cîgira wezîrê derve yê Holendayê û berpirsa ofîsa hevahnegiya holendayî -kurdistanî  kir û rewşa aloza İraqê nirxand.

Di civînekê de têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federala İraqê, pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexadyê û çewaniya çareserkirina wan pirsan hatin minaqeşe kirin.

Şandeya holendayî  got ku, weke rêzgirtinek bo qurbaniyên kîmiyabarana bajarê Helenceyê, hikûmeta Holendayê dê monumentek li Holendauyê dirust bike.

Di warê aborî  jî  de, şandeya mêvan got ku, kompaniyên holendayî  amadene di warê avakirina jêrxaniya (infrasturktura) aboriya Kurdistanê de, bi taybetî  di warê zî raetê de, rolek mezin bilîz in.

Nêçîrvan Barzanî  serokwezîrê Kurdistanê, li hember wê însiyatîva hikûmeta Holendayê ya vakirina monumentek bo qorbaniyên kîmiyabara bajarê Helenceyê, destxweşî  li hikûmeta Holendayê kir û ew însî yatîv bilind nirxand.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi warê zîraetê dide û ew dixwaz in di warê zîraetê de kompaniyên holendayî  ku, şarezayî  û tecrûbeyeke zengîn di vî  warî  de heye, li herêma Kurdistanê kar bikin.

Li dor têkeliyên herêma Kurdistanê digel hikûmeta federal a İraqê u çareserkirina dosyeyên hilawîstî  jî , serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê weke beşek ji İraqê, di wê baweriyê de ye ku divê hemû dosyeye û pirsgirêk bi diyalog û li gor destûra İraqê bên çareserkirin.

Rewşa herêmî  bi giştî  û rewşa Suriyeyê bi taybetî  û têkeliyên Kurdistanê digel Tirkiyeyê û welatên din yên cîran mijarên din yên civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û cîgira wezîrê derveyê Holendayê bûn.

Back to top button