Çekdarên PYDê berpirsek yê Partiya Pêşeroja Kurd revandin

 Li bajarê Kobanê çekdarên PYD, berdevkê  partiya pêşeroja Kurd li Sûriyê li gundê Tel Xezal ya ser bi bajarê Kobanê revand.Li gor jêderekî ji bajarê Kobanê û nexwest nave wî were aşkerekirin ji BasNewsê re ragehand ku, îro, Şemiyê 8.07.2017 Asayîşa PYD baskê PKK li Kurdistana Sûriyê endamê pêwendiyên giştî ya partiya Pêşeroja Kurd li Sûriyê Elî Temê li gundê Tel Xezal ya ser bi bajarê Kobanê revand û ber bi ciheke ne diyar ve birin.Berî niha jî Asayîşa PYD li hemû navçeyên Kurdistana Rojava serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) desteserkirin û heta nihajî di zindanên PYD de dimînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: