Cîhan

Barzanî û McGurk pirsa referendûmê gotûbêj dikin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 08.07.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Brett McGurk nûnerê taybetiyê serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAÎŞê li Îraqê û şandeya pê re kir.Di civînekê de, McGurk behsa mêrxasiya pêşmerge û xelkê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞê de kir û hevahengiya navbera pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê di operasyona azadkirina Mûsilê de bilind nirxand û hêvî xwest ku, diyalog û danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan dest pê bikin û Amerîka jî, di vê çaçroveyê de, amadeya alîkariya her du aliyan bike.Nûnerê serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAÎŞê got ku, tevî wan têbînî li ser dema encamdna referndûma serxwebûna Kurdistanê hene, lê ew hurmetê ji biryar û daxwaza xelkê Kurdistanê digirin. Wî got jî ku dever bi giştî di rewşeke dijwar û aloz de derbas dibe û pêwîste hemû alî zêdetir danûstandinan li ser vê pirsê bikin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan, hevkariyên berdewamên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê û têbîniyên nûnerê serokê Amerîkayê yên li ser reşa eheye, kir û got ku Heêrma Kurdistanê amadeye hemû pirsan bi rêya diyalog û danûstandinê bi Bexdayê re çareser bike.Serokwezîr ji şandeya Amerîkayê re got ku, mafê rewayê xelkê Kurdistanê ye li ser paşeroja xwe biryarê bide û çarenivîsa xwe diyar bike û ji bona vê armancê gelê Kurdistanê xebat, tekoşîn û gelek qurbanî dane. Ev çend sale hikûmeta Îraqê destûr bi cî nekiriye, lê tevê vê jî pêwîste diyaloga cidî navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê bike û welatên hevpeyman ji bona dirustkirina vê diyalogê rola xwe rabin.

Back to top button