Polîtîk

Meclisa bilind a referanduma Kurdistanê civiya

Meclisa Bilind ya Referanduma Kurdistanê di bin serokatiya serokê KurdistanêMesud Barzanî de civîya.Di civînêde 3 biryarên girîng hatin standin. Di derbarê civînê de meclisa bilind a refereandumê daxûyaniyek belav kir.Roja şemî 08.07.2017 li Pîrmam yekem civîna Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û beşdariya nûnerên partiyên siyasî û pêkhatên neteweyî û olî yên endam li wê encûmenê birêve çû.Piştî nirxandina rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nirxandina helwesta civaka navdewletî û proseya siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê, biryar li ser van xalên xwarê dan:Yekem: Pabendbûna beşdarbûyên civînê bi biryar û raspardeyên civîna 07.06(hezîran)2017 ya di derbarê diyarîkirina roja 25 Eylûla 2017 ya ji bo birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo baştirkirina debara jiyana xelkê.Duyem: Ji bo hengavên kirdarî li amadekariyên hemû warên referandûmê heykeliyeta kar ya Encûmena Bilinda Referandûmê û jêr komîteyên din hate diyar kirin.Sêyem: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve bi hemahengî li gel Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar, pêdiviyên birêveçûna referandûmê peyda dike.Encûmena Bilinda Referandûmê08.07.2017 

Back to top button