Çekdarên Partîya Yekêtîya Demokratîk zarokekê din yê Kurd ji bajarê Hesekê yê Rojava Kurdistanê revand û çarenivîsa wî nediyare.
Li gor agahiyên destê me, ev pêtirî heftîyekê ye, çekdarên PYD ê sinêleyekê Kurd bi navê “Mehmûd Adil Hesen” revandîye û ji bo cihekî nediyar hatîye birin.
Hêjay gotinê ye, Mehmûd ji derbderên bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Ta niha agahî û zanyarî li ser Mehmûd tune ne, berya dû rojan jî hatibû ragihandin ku zarokekê Kurd bi navê Ednan Mihemed, ji derdora Kobanî yê ji aliyê çekdarên PYD ê ve hatibû revandin û dayîka wî di vîdyoyekê de derket û bang li PYD ê kir zarokê wê azad bikin.
Hêjay gotinê ye, rêxistina PKK ê û hemû partiyên li jêr sîbera wê di xebitin, ji boy çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarok û ciwanên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên mafên zarokan û mafên mirovan yên navneteweyî hatîye tesbît kirin.
Jêder: Darkamazi